Li Nepalê bîlanço giran bû
Erdheja sibeha Şemiyê li Nepalê rû da, bû sedema ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin û bi hezaran birîndar bibin.

Dijwariya erdhejê wek 7,8 hat pîvandin. Piştî vê erdhejê gelek erdhejên biçûk jî rû dan.
Her roja diçe bîlançoya erdhejê zêde dibe. Qûntarên Everest û welatên cîran jî ji erdhejê bandor bûn. Bi dehan mirovan li wan deveran jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a ya sibeha Duşemê (îro) hejmara miriyan derket 3.726 kesî. Hejmara birîndaran wek 6.500 hat diyarkirin. Li welatên cîranê Nepalê Çîn û Hîndîstanê nêzî 90 kesî jiyana xwe ji dest da.
Gumana ku bîlanço girantir bibe heye. Tevayî detayên zerar û ziyana erdhejê hê nehatiye diyarkirin.