Li Nepalê hejmara miriyan 1.900 derbas kir

Hejmara mirovên di erdheja bi dijwariya 7.9 a li Nepalê de jiyana xwe ji dest dan, 1.900 derbas kir.

Hejmara mirovên di erdheja bi dijwariya 7.9 a li Nepalê de jiyana xwe ji dest dan, 1.900 derbas kir. Gelek welatan ekîbên xwe yên lêgerîn-rizgarkirinê ji bo alîkariyê şandin.

Rayedarên polîsan dan xuyakirin, ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên tevahiya şevê dewam kirin de, ji binê xirbeyan 1.910 cesed hatine derxistin. Bi tenê li paytext Katmandû hejmara miriyan gihîşt 721 kesî. Wezareta Karên Hundir a Nepalê jî ragihand ku zêdeyî 5 hezar kes birîndar bûne.

Navenda Lêkolînê ya Jeofîzîk a DYA ragihand ku li dû erdheja mezin di tevahiya şevê de erdhejên biçûk rû dane û ber destê sibehê jî bi dijwariya 4.6 pileyî erd careke din hejiya ye.

LI HÎNDÎSTAN, BANGLADEŞ Û TÎBETÊ JÎ WINDAHIYA MIROVAN HENE

Erdhejê li welatên cîran Hîndîstan, Tîbet û Bagladeşê jî rê li ber windahiya can û mal vekir. Hat ragihandin ku li eyaleta Bihar a li bakurê Hîndîstanê 35 kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek avahî hilweşiyane. Li Bangladeşê 2, li Tîbetê jî 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hikûmetê li welêt ku mezintirîn erdheja 80 salên dawî lê qewimî, rewşa awarte raghand. Wezîrê Enformasyonê yê Nepalê Mînendra Rîjal got, "Pêwîstiya gelê me bi alîkariyê heye. Em li benda alîkariya saziyên navneteweyî ne ku di vê mijarê de hîn bêhtir bi tecrûbe ne."

Rêyên ji ber erdhejê zerar dîtin li çûn û hatinê hatin girtin û xizmetên telefonê jî li ber bidawîbûnê ye. Li paytext Katmandû balafirgeha navneteweyî li seferên balafiran hat girtin.

17 ÇIYAGER MIRIN, 61 BI BIRÎNDARÎ HATIN RIZGARKIRIN

Heman piştî erdhejê li Everestê karesata aşûtê rû da. 17 çiyagerên hildihikişiyan Everestê jiyana xwe ji dest dan. 61 çiyagerên di binê berfê de man jî, bi birîndarî hatin rizgarkirin. Rayedarên Komeleya Çiyageran a Nepalê da xuyakirin ku ji birîndaran rewşa tenduristiyê ya 22 çiyageran giran e.