Li kampa Yermûkê pevçûna rejîm û DAIŞ'ê

Li kampa penaberên Fîlîstînî Yermûkê, di navbera rejîma Baasê û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar diqewimin.

Li kampa penaberên Fîlîstînî Yermûkê, di navbera rejîma Baasê û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar diqewimin. Li gelek herêmên paytexta dewleta Sûriyeyê Şamê jî pevçûnên dijwar diqewimin.

Li gorî agahiyên ji malpera Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hatin wergirtin, duh li herêma Beraq a li ser rêya di navbera paytexta Sûriyeyê Şamê û parêzgeha Siwêdai de di navbera hêzên rejîmê û çekdarên mûxalefeta Sûriyeyê de şer derketiye. Der barê encaman de t, agahî ne hatin bidestxistin. Li aliyê din balafirên rejîmê taxa Cober a Şamê bombebaran kirin.

Li kampa penaberên Filistînî ya Yermûk jî di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin 2 endamên DAIŞ’ê ketin destê hêzên rejîmê. Li kampê şer û pevçûn hîn berdewam in. Her wiha her du alî herêmên hev topbaran dikin, di encamê de şêniyên taxê rewşeke jiyanî û tenduristî ya zehmet dijîn.