Zanistên Amerîkayî: DYA êdî ne demokratîk, olîgarşîk e!
Zanistên du zanîngehan ên Amerîkayî diyar kirin ku êdî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ne ji aliyê gel, ji aliyê olîgarkan ve tê bi rêvebirin.

Ji zanîngeha Princeton, Martin Gilens û ji zanîngeha Northwestern, Benjamin Page, di bin ser navê ‘Kî Amerîkayê bi rêve dibe’ de lêkolînek weşand.
Li gor van her du zanistan, pergala siyasî ya welat di sala dawî de, veguheriye olîgarşiyek ku desthilatdarî di destê elîtê de ye.
Lêkolîneran agahiyên têkildarî 1800 biyarên siyasî yên di navbera 1981 û 2002’an de berhev kirin. Ev biryar ji aliyê ji sedî 10 dewlemendên Amerîka û yên rewşa wan navîne hat diyarkirin.
Encam wiha ye: Hikûmet dixwaze bila komarîst be, dixwaze bila demokrat be, koma duyem, yanî tercîhên dewlemendan dişopînin.
Ev tespît hatin kirin: “Amerîkayî di hilbijartin, azadiya fikr û ramanê de, dibin xwedî gelek derfetên pergala demokratîk. Bi vê re, li gorî nêrîna me, ger pêvajoya nêrîna siyasî di bin kontrola derdora kar de be, wê demê îdiaya civakek demokratîk a Amerîkayê di bin tehdîdê ye.
Encamek din ya girîng:Komên ku berjwendiyên elît û bazirganî yên aboriyê temsîl dikin, li ser polîtîkayên hikûmetê bi bandorin. Bandora saziyên civaka sivîl jî gelek kêmin.
Hat gotin ku hikûmeta Amerîkayê pir kêm li gor tercîhên gel biryarê digirin.