Li Yemenê ji bo Hûsiyan banga ‘vekişin’

Serokdewletê berê yê Yemenê Alî Abdullah Salîh ku li Yemenê kesekî bi bandor e, bang li Hûsiyên Şîî ku pê re di tifaqê de ye kir ,ji xaka di mehên dawî de desteser kirine, vekişin.

Serokdewletê yê berê yê Yemenê Alî Abdullah Salîh ku li Yemenê kesekî bi bandor e, bang li Hûsiyên Şîî ku pê re di tifaqê de ye kir ji xaka di mehên dawî de desteser kirine, vekişin.

Di peyama ku li ser navê Salîh di televîzyona Yemen El Yewm de hat weşandin de wiha hat gotin: “Ez bang li Ensarullah dikim ku ji bo êrîşên hêzên koalîsyonê bê sekinandin, bila biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî qebûl bike û pêk bîne.”

Salîh di pêvajoya 2012’an Bihara Ereban de neçar mabû desthilatdariyê terk bike.

Salîh ji serhildêrên Hûsiyên Şîî daxwaz kir ku di serî de bajarê Aden û hemû herêmên din ên girtibûn dest, vekişin.

DYA’yê jî roja Înê bang li serhildêrên Şîî û tifaqê wê kir ku li maseya hevdîtinê rûnin. Wezîrê Karên Derve yê DYA’ê John Kerry li Kanadayê di civîna Konseya Arktîka axivî û got ku ew amade ne bi Hûsiyan û kesên di bin bandora wan de ne, li ser maseya hevdîtinê rûnin.

Serokê berê Salîh daxwaz kir ku diyaloga di navbera Yemeniyan de destpê bike û lihevkirin bê kirin.

NY’ê wek navbeynkar dîplomatê Morîtanyayî Îsmaîl Uld Şeyh Amed tayîn kir.

DI MEHEKÊ DE HEZAR KES MIRIN

Hûsiyan tehdîd kir ku wê hemû welat bigirin dest û di Îlona 2014’an de ketin Sana û di meha Çile de bajar girtin dest.

Serokdewlet Abd Rabbu Mansur Hadî ku civaka navneteweyî ew qebûl kir, ji paytextê reviya û çû Adenê.

Li gorî rêxistina tenduristiyê ya Cîhanê di navbera 19’ê Adar û 20’ê Nîsanê de 1080 kesî jiyan xwe ji dest daye.