Li Ewropayê skandaleke din a firotina goştê hespan

Li skandalên goştê heywanan ên li welatên Ewropayê yeka din zêde bû. Di operasyonên li 7 welatan de, bi dehan kesên ku bi hezaran hesptên xwedî tenduristiyeke nebaş serjêkirine û goştê wan pêşkêşî bazarê kirine, hatinbinçavkirin.

Li skandalên goştê heywanan ên li welatên Ewropayê yeka din zêde bû. Di operasyonên li 7 welatan de, bi dehan kesên ku bi hezaran hesptên xwedî tenduristiyeke nebaş serjêkirine û goştê wan pêşkêşî bazarê kirine, hatinbinçavkirin.

Li gorî daxuyaniya Yekîneya Hevkariya Edlî ya Yekîtiya Ewropayê (Eurojust) ku navenda wê li bajarê Hollanda Laheyê ye, bi hezaran hespên ji bo serjêkirinê ne guncaw in, hatine serjêkirin û goştê wan pêşkêşî bazarê hatiye kirin. Di çarçoveya operasyona bi giranî li Fransa û Belçîkayê hat weşandin de tevî Elmanya û Hollanda li 7 welatan lêpirsîn hat meşandin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Eurojust ve hat dyîn, di navbera salên 2010 û 2013'an de 4 hezar 700 hesp, tevî ku ji bo serjêkirinê ne guncaw in jî pêşkêşî bazarê hatine kirin. Di nava vê demê de, herî kêm 400 belgeyên ji belgeyên rewşa nebaş a hespên hatine serjêkirin li Fransayê hatine bi dest xistin.

Di lêpirsîna li ser daxwaza doktora Fransî Annaîck Le Goff hat meşandin de li gelemperiya Ewropayê 26 kes hatin girtin, li 7 welatan polîsan avêtin ser bi dehan cihî. Hat ragihandin ku ji kesên di serdegirtinan de hatine girtin 4 jê li Belçîka û 3 jî li Hollandayê hatine girtin.

Li welatên Ewropayê di sala 2013'an de derketibû holê ku goştê hespan tevlî goştên ku divê bi tenê yê gamêşan be, hatiye kirin. Li Îrlanda û Brîtanya Mezin di gelek goştên sandvîç ên li supermarketan hatin firotin de goştê hespan hat dîtin. Li Swêdê jî di markayeke navdar a lazanya de goştê hespan hatibû tespîtkirin.

Piştî vê skandala 2013'an, Komîsyona Yekîtiya Ewropayê encamên testê weşandibû û ragihandibû ku li welatên yekîtiyê di nava goştê divê bi tenê yê gamêşan be de, ji sedî 5 goştê hespan hatiye dîtin.