WWF: Petrola herikî nava deryayê nêzî Giravên Kanarya bûye
Sotemeniya ji hezaran tonî ya ji keştiya mezin a li peravên Giravên Kanarya yên Spanyayê binav bû herikî nava deryayê, gefê li hawirdorê dixwe.

Di daxuyaniya Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) de, der barê petrola ji hezaran tonî ya ku ji keştiya Rûs a di 14'ê Nîsanê de li Atlantîkê binav bû herikî, banga hişyariyê hat kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi qasî hezar 400 ton petrola ji keştiya masîvanan a Rûs herikiye nava deryayê, li okyanûsê tebeqeyek ava kiriye û ev tebeqe kêm maye bigihêje giravên Tenerîffa û La Gomera.
WWF'ê ji bo pêşîgirtina li qirêjiya sotemeniya keştiyê rê li ber vekiriye were girtin banga liv û tevgerê kir û destnîşan kir ku cihêrengiya biyo ya li herêmê di bin xeteriyê de ye. Hat ragihandin ku herêma sotemenî gefê lê dixwe başûrê Tenerîffa û La Gomera û qenala di navbera her du giravan de ye.
Di daxuyaniya wezaretên ragihandin û hawirdorê yên Spanyayê de jî hat gotin ku ji bo berhevkirina sotemeniya li ser rûyê avê ye, keştiyeke taybet li herêmê ye. Hat destnîşankirin ku di rojên pêş de wê bi alîkariya robotan cihên derizîne-qul bûne yên depoya sotemeniyê ya keştiyê, werin girtin.
Keştiya masîvan a Rûsyayê Oleg Naydenov, di 14'ê Nîsanê de ji ber şewatekê li qadeke 25 kîlometre li başûrê Gran Kanarya binav bûbû. Enqazê keştiyê li kûrahiya 2 hezar 400 metreyî ya okyanûsê ye.