CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Nivîskar Gunter Grass jiyana xwe ji dest da
Nivîskarê xwediyê xelata Nobelê Gunter Grass li bajarê Lubeck ê Elmanyayê di 87 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
Heşdî Şabî bi bêdengî vekişiya
Hêzên Heşdî Şabî yên li du navçeyên bajarê Ramadî yê bajarê Embar a Iraqê, cihên xwe yên li eniya şer terikandin û vekişiyan. -
Li Sîbîryayê şewata daristanê: 15 kes mirin
Li Komara Hakasya ya li rojhilatê herêma Sîbîrya ya Rûsyayê, agirê li zeviyên hatin şewitandin bi daristanê ket û di encamê de herî kêm 15 kes mirin, 483 kes birîndar bûn. -
Li Donetskê du rojnamevan hatin kuştin
Li nêzî Balafirgeha Donetsk a li rojhliatê Ûkraynayê, ji ber topeke hawanê ya li wesayîta wan ket du rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan. -
Lîderê nîjadperest Wîlders beşdarî meşa Pegîda dibe
Tevgera Pegîda ku di meha Cotmehê de li Elmanyayê derket holê, bi desteka ji derveyî welat re hewl dide pêşî li windakirina alîgirên xwe bigire. -
Li dij ziwatiyê teknîka parzûnkirin ava behrê!
Li eyaleta herî mezin a DYA’yê Kalîforniyayê ziwatî, gihiştiye asteke ku fikaran zêde dike û niha tê nîqaşkirin bi parzûnkirina ava okyanusê wê hewcedariya vê bê pêşwazîkirin. -
Li Îtalyayê di nava rojekê de hezar penaber hatin rizgarkirin
Bi başbûna rewşa hewayê re, herikîna penaberan di ser Derya Spî ber bi Îtalyayê ve, dewam dike. Li gorî rayedarên Îtalyayê, bi tenê di roja Înê de nêzî hezar penaber hatin 'rizgarkirin'. -
Kenya wê tola komkujiyê ji penaberan hilîne
Piştî ku çeteyên Eş Şebab 150 xwendekar qetil kirin, hikûmeta Kenyayê bi cezakirina penaberên Somaliyî yên xwe li welatê wan girtine re, tolê hiltîne. -
Serokên DYA û Kuba piştî 55 salan li hev rûniştin
Krîza dîplomatîk a zêdeyî pêncî sale di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Kubayê de hebû, di dawiya dawî de bi temamî qediya. -
Çete wê li Spanyayê mirov li naverastê qetil bikira
Hat îdîakirin, ku komeke tund a Îslamî ya çend roj berê li Spanyayê li hemberî wê operasyon hat lidarxistin, serjêkirina mirovan a li nava kolanan jî di nav de hin êrîşên sansasyonel plan kirine. -
Hîndistan bi dehan balafirên Rafale dikire
Piştî Misrê Hîndîstan jî ji Fransayê bi dehan balafirên şer ên Rafale dikire. Muzakereyên têkildarî 126 balafirên Rafale yên ku parçeyên wê li Hîndîstanê bînin cem hev, didome. -
Li kampa Bergen-Belsengora komî hat dîtin
Li gor nûçeya bernameya nûçeyan a Niewsuur a Hollanda, li Kampa Komkirinê ya Bergen-Belsen a li eyaleta Niedersachsen goreke komî ya mezin hatiye dîtin. -
Eyaletên Elman nekarin barê penaberan rakin
Di navbera mehên Çile û Adarê de ji 85 hezar û 394 kesên serî li penabertiyê dane ji sedî 61,6 Arnavût, Bosna-Hersek, Kosova, Makedonya û Sirbîstanî ne, ji derveyî Ewropa herî zêde ji Sûriyeyê penaber tên. -
Artêşa Elman hejmara tankan zêde dike
Ji ber krîza Rûsya û Ukrayna ya welatên rojava anîn dijî hev, li welayên YE bi qismî be jî pêşbaziyeke çekan tê dîtin. -
Li Lozanê li dijî qirkirina Ermeniyan konferans
Gel wê di 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan de li Lozanê di konferansekê de bên cem hev. Endamê Konseya Neteweyî ya Rojavayê Ermenîstanê Daronyan diyar kir ku ji ber pêvajoya rûbirûhatinê nehat jiyîn li Rojhilata Navîn komkujî didomin. -
Bîlançoya komkujiyên DAIŞ-El Nusra li Sûriyeyê: 4563
Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê, diyar kir ku ji damezrandina DAIŞ’ê heta îro li Sûriyeyê 4 hezar û 197 kes hatine qetilkirin û komkujiyên El Nusra ya ku di heman xetê de ye jî lê bê zêdekirin digihêje 4 hezar û 563 kesî. -
Unesco: Armancên kampanya 'Ji bo her kesî perwerde' bi ser ne ketin
Xebatên bi dirûşma 'Ji bo her kesî perwerde' yên bi pêşengiya Rêxistina Çand û Zanistên Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (Unesco) tên meşandin bi pêş ve diçin. Lê belê hînê bi mîlyonan zarok nikarin biçin dibistanê. -
Artêşa Kolombiya meheke din navber da bombebaranê
Li Kolombiyayê ku ji sala 2012'an û vir ve hevdîtinên aştiyê lê dewam dikin, hikûmet li şûna agirbesteke mayînde hewl dide bi sozên demkî yên leşkerî re pêvajoyê bimeşîne. -
Hejmara koçberên hatin Yewnanîstanê sê qat zêde bû
Di sê mehên destpêkê yên sala 2015'an de hejmara koçberên bi rêya deryayê hatin Yewnanîstanê, li gorî par bi sê qatî zêde bûye. -
Li Fransayê bi sedhezaran kes li dij polîtîkayên hikûmetê daketin kolanan
Bi sedhezaran kes beşdarî roja çalakiya li dij polîtîkayên teserûfê a Partiya Sosyalîst a Fransayê (PS) ya hikûmetê bûn. -
Talîbanan li Afganîstanê êrîşî dadgehê kir
Talîbanan li welatê Afganîstanê êrîşî dadgehekê kirin û di encamê de 10 kes mirin. -
Yewnanîstan têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re xurt dike
Hikûmeta Syrîza ku têkiliyên wan ên bi YE’yê re aloz e, hevkariya aborî ya bi Rûsyayê re xurt dike. -
Encamnameya FCC’ê hat aşkerakirin
Encamnameya 12. Foruma Civakî ya Cîhanê (FCC) ku di navbera 24-27’ê Adarê de li Tunusê pêk hat, hat weşandin. -
Qeşaya Rojavayê Kanadayê wê ji sedî 90 bihele
Li gorî lêkolîneke dawî, ji seedî 90 ê rêjeya qezaya li Rojavayê Kanadayê, wê heta dawiya vê sedsalê bihele û rezervên girîng ên avê yên ji bo ruhberên li herêmê, wê biqedin. -
Li Taywanê ziwatî: Ji mîlyonek malî re wê bi karneyê av were dayîn
Li Taywanê, ji ber girantirîn ziwatiya salên dawî, wê ji mîlyonek malî re bi karneyê av were dayîn.