Qeşaya Rojavayê Kanadayê wê ji sedî 90 bihele

Li gorî lêkolîneke dawî, ji seedî 90 ê rêjeya qezaya li Rojavayê Kanadayê, wê heta dawiya vê sedsalê bihele û rezervên girîng ên avê yên ji bo ruhberên li herêmê, wê biqedin.

Ji ber germahiya global, helîna qeşaya li cemseran zêde dibe. Li gorî lêkolîneke dawî, ji seedî 90 ê rêjeya qezaya li Rojavayê Kanadayê, wê heta dawiya vê sedsalê bihele û rezervên girîng ên avê yên ji bo ruhberên li herêmê, wê biqedin.

Li gorî lêkolîna ji aliyê lêkolînerên Zanîngeha Brîtîsh Colûmbîa ve hat kirin û li kovara Natûre Geoscîence hat weşandin, li duyemîn mezintirîn welatê cîhanê Kanadayê, qeşa wê di asteke mezin de bihele. Li Alberta û Brîtîsh-Colûmbîa yên li Rojavayê Kanadayê, qeşaya li qadeke ji 27 hezar kîlometrekareyî wê ji sedî 75 heta ji sedî 90, heta dawiya vê sedsalê bihele.

Li gorî encamên daneyên ekîba lêkolînê ya bi rêveberiya Garry Clarke, qeşaya li herêmên nêzî peravên Rojavayê Kanadayê, wê heta sala 2100'î di asta ji sedî 75 de bihele. Qeşaya li Çiyaên Rocky jî wê ji sedî 90 bihele. Hat ragihandin ku ev helandin wê bi giranî li herêma 8 qeşayan a bi navê Colûmbîa-Eîsfeldê pêk were.

JI BO RUHBERAN WÊ PIRSGIRÊKA CIDÎ YA AVÊ DERKEVE HOLÊ

Li gorî lêkolînê, ji ber helîna qeşa li Rojavayê Kanadayê, tê payîn ku asta bilindahiya ava deryayê wê 6 mîlîmetreyî bilind bibe û li herêmê wê pirsgirêka cidî ya avê derkeve holê. Li gorî vê yekê di navbera salên 2020 û 2040 de asta ava ji qeşaya bihele wê derkeve asta herî bilind, lê belê bi kêmbûna qeşayê re wê pirgirêkeke cidî ya avê derkeve holê.

Di lêkolînê de hat ragihandin ku bi kêmbûna avê re nebat û heywanên li herêmê wê zerarê bibînin û ev yek wê bandoreke neyînî li karê daristan û çandiniyê bike.