Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê, diyar kir ku ji damezrandina DAIŞ’ê heta îro li Sûriyeyê 4 hezar û 197 kes hatine qetilkirin û komkujiyên El Nusra ya di heman xetê de ye jî lê bê zêdekirin digihêje 4 hezar û 563 kesî. Piranî kesên ku ji aliyê çeteyên El Nusra ve hatine qetilkirin, sivîl in.
Di rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) aşkera kiriye wiha hat gotin: “Piştî krîza Sûriyeyê derket, ji roja ku rêxistina terorê ya DAIŞ’ê û eniya Nusra hatiye avakirin, heta îro hezar û 506 sivîl, 3 hezar û 57 yên çekdar bi giştî 4 hezar û 563 kesî jiyana xwe ji dest daye.”
Li gorî raporê ji roja derketina çeteyên DAIŞ’ê heta niha li Sûriyeyê li Helebê 66 zarok,61 jin, bi tevahî 479 kes, li Deyr ez-Zor 25 zarok, 21 jin bi giştî 233 kes, li Hesekê 36 zarok, 31 jin bi giştî 143 kes û tevahî 1231 sivîl hatine qetilkirin.
DAIŞ’ê li Deyr ez-Zor hezar û 152 kes, li Helebê hezar û 110 kes, li Îdlîbê 237 kes, li Reqayê 138 kesên çekdar bi tevahî li Sûriyeyê 2 hezar û 966 kes qetil kirine.
ENIYA NUSRA
Çeteyên El Nusra ji hêzên çekdarî zêdetir sivîl qetil kirin. Di raporê de hat gotin ku çeteyên Eniya Nusra, li Hamayê 6 zarok, 20 jin, tevahî 82 kes, li Humsê 14 zarok, 12 jin tevahî 53 kes, li Îdlîbê 3 zarok, 10 jin tevahî 48 kes û tevahî Sûriyeyê 275 sivîl qetil kirine.
Hat destnîşankirin ku çeteyên El Nusra ji rejîm û komên din ên çekdar li Helebê 33, li Îdlîbê 28, li Şamê 10 li tevayî welat 91 çekdar kuştine.