Li Fransayê bi sedhezaran kes li dij polîtîkayên hikûmetê daketin kolanan

Bi sedhezaran kes beşdarî roja çalakiya li dij polîtîkayên teserûfê a Partiya Sosyalîst a Fransayê (PS) ya hikûmetê bûn.

Bi sedhezaran kes beşdarî roja çalakiya li dij polîtîkayên teserûfê a Partiya Sosyalîst a Fransayê (PS) ya hikûmetê bûn.

Çalakiyên duh li ser banga sendîkayên bi navê  CGT, FSU, FO û Solidaires ji nîvro şûnde destpêkirin herî kêm li 80 bajarî pêk hatin.  

Li gorî sendîkaya CGT, nêzî 120 hezar kes beşdarî çalakiya li Parîsê bûne û li seranserê welat bi giştî 300 hezar kes daketine kolanan.

Li gorî sendîkayan, li Marsîlyayê 45 hezar, li Bordeaux 10 hezar, li Toulouse 8 hezar kes beşdarî çalakiyên li dij polîtîkayên dewletê bûne û li bi dehan bajarê din jî çalakî pêk hatin.

Ji ber ku xebatkar ketin girevê, gelek cihên turîstîk hatin girtin.  Deriyên Muzeya Louvre ya Parîsê saet ji 12’an şûnde vebûn û ji ber xebatkarên Kûleya Eyfelê di grevê de bûn derî heta saet 18’an nehatin vekirin.

Mamoste jî beşdarî çalakiyên li dij polîtîkayên hikûmetê bûn.  

Li gorî Wezareta Perwerdeyê ya Fransayê ji sedî 10 mamosteyên dibistanên seretayî, navîn beşdarî grevê bûne, lê sendîkayan îdia kirin ku ev rêje ji sedî 25 e.

Li gorî sendîkaya perwerdeyê ya bi navê SNUipp-FSU li Parîsê ji sedî 50 mamoste ketine grevê, li bajarên Creuse, Cantal, Puy-de-Dome, Var, Cote-d’or û Val-de-Marne  jî ji sedî 40 beşdarbûn çêbûye.