Kenya wê tola komkujiyê ji penaberan hilîne

Piştî ku çeteyên Eş Şebab 150 xwendekar qetil kirin, hikûmeta Kenyayê bi cezakirina penaberên Somaliyî yên xwe li welatê wan girtine re, tolê hiltîne.

Hikûmetê ragihand ku eger mezintirîn kampa penaberan a cîhanê Dadaab neyê girtin, ew ê bi xwe bigire.

Alîkarê Serokdewlet Wîllîam Rûto bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku kampa penaberan a Dadaab a ji 350 hezar penaberî bigire. Rûto gef xwar û diyar kir ku eger NY kampê negire ew ê 'dest deyne ser mijarê'.

Wîllîam Rûto ragihand ku ew bi biryar in mezintirîn kampa penaberan a cîhanê Dadaab bigirin û anî ziman ku penaberên li kampê dikarin li herêmên cuda werin bicihkirin.

Tê gotin ku valakirina kampa piraniya şêniyên wê penaberên ji Somalî ne, wê bandorên gelekî neyînî bi xwe re bîne. Berdevkê Konseya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) der barê mijarê de agahî da û anî ziman ku daxwazeke bi vî rengî ya hikûmeta Kenyayê negihaştiye wan. Berdevk destnîşan kir ku Somalî hînê welatekî ewle nîne, lewma ne pêkane ku penaber bên vegerandin.

Ev biryara hikûmeta Kenyayê piştî qetilkirina 150 xwendekarên zanîngehê yên li bajarê Garîssa yê li bakurê welêt hat. Hikûmetê weke bersivek li êrîşa rêxistina terorê Eş Şebab, tedbîrên leşkerî û polîsî zêde kir.

Li 5 hezar leşkerên ku beriya niha ji bo rawestandina Eş Şebab a li Somalî ji aliyê Kenyayê ve hatin şandin wê li nava welêt 10 hezar polîs bên zêdekirin û wezîfedarkirin.

Li gorî agahiyên Alîkarê Serokdewlet Wîllîam Rûto, hikûmet plan dike ku li ser sînorê Somalî dîwarekî 700 kîlometre dirêj, lê bike.