Çete wê li Spanyayê mirov li naverastê qetil bikira
Hat îdîakirin, ku komeke tund a Îslamî ya çend roj berê li Spanyayê li hemberî wê operasyon hat lidarxistin, serjêkirina mirovan a li nava kolanan jî di nav de hin êrîşên sansasyonel plan kirine.
Hat îdîakirin, ku komeke tund a Îslamî ya çend roj berê li Spanyayê li hemberî wê operasyon hat lidarxistin, serjêkirina mirovan a li nava kolanan jî di nav de hin êrîşên sansasyonel plan kirine.
Polîsê Spanyayê, li herêma Katalonyayê di operasyonên roja Çarşemê de 11 gumanbar kiribûn binçavkirin û 8 ji van ji aliyê dadgerê lêpirsînê ev hatibûn girtin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên dadgehê û dozgeriyê dan çapemeniya Spanyayê, kesên mijara gotinê plan dikirin ku înfazên hovane yên li nava kolanan pêk bînin.
Tê îdîakirin ku endamên komê, êrîşeke bi heman rengî ya sala 2013'an a li nva kolanên Londonê mînak girtine. Hat ragihandin ku ev endamên çete yên dixwestin bi awayekî hovane komkujiyekê bikin, plan dikirin ku mîna çeteyên DAIŞ'ê kincê bi rengê pirteqalî li qurbanan bike û wan qetil bike.
Li gorî agahiyan ev înfaza hovane, mîna DAIŞ'ê dikir ew ê bi kamerayê bihata kişandin û li înternetê bihata belavkirin. Hat gotin ku yek ji endamên çeteyan bi Neo-Naziyan re hevkarî dikir û planên êrîşên li hemberî Yahûrî û Sînagogan dikir.
Di operasyona polîsan a li hemberî vê koma çete de, gelek bombe, çek û kêr hatibûn bi dest xistin. Di vê operayona ku kom bi temamî hat têkbirin de, yek jê 17 salî bi giştî 8 endamên komê hatin girtin.
Di operasyonên polîsê Spanyayê yên nava vê salê de, 40 selefiyên alîgirên El Qaîde yan jî DAIŞ'ê hatibûn binçavkirin. Ev hejmar, ji hejmara par a tevahiya salê bêhtir e.