CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Belavbûna Ebola kêm dibe
Di têkoşîna li hemberî şewba Ebola ya zêdeyî saleke li Rojavayê Afrîkayê bi bandor e, agahiyên xweşbîn tê. Hejmara mirovên di hefteya bihurî de bi nexweşiyê ketin, di asta herî kêm a sala dawî de ye. -
Li Katalonyayê operasyona li dijî DAIŞ’ê: 10 binçavî
Li Katalonyaya ku herêmeke berfireh a xweser a li rojhilatê Spanyayê ye, li hemberî hin şebekeyên oldarên radîkal operasyon hate lidarxistin û di encamê de 10 kes hatin binçavkirin. -
Radyasyona ji Fûkûşimayê derket li peravên Kaneda ye
Radyasyona ku piştî karesata nukleerî ya Fûkûşima ya ku sala 2011 li Japonyayê pêk hat, gihiştin peravên Kanadayê. -
Gelê Rûsya li ser lîderê mûxalîf digirî
Gelê Rûsya, di 40. rojiya mirina Alîkarê Serokwezîr û lîderê mûxalîf Borîs Nemtsoz ê 55 salî, ku li cihekî nêzî Kremlînê di 27'ê Sibatê de hat qetilkirin, pira lê hat kuştin bi gulan xemiland. -
Erdogan çû Îranê
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, ji bo gelek serdanan pêk bîne çû Îranê. -
Yewnanîstan: Divê Elmanya 278 mîlyar Euro tazmînata şer bide
Hikûmeta Yewnanîstanê ku li hemberî welatên Yekîtiya Ewropa (YE) yên bi pêşengiya Elmanyayê têkoşîneke cidî dimeşîne, asta zerar di Duyemîn Şerê Cîhanê de li Yewnanîstanê bûye, derxist holê. -
Polonya ji bo Rûsyayê bişopîne kuleyan ava dike
Bi krîza Ukraynayê re têkiliyên Yekîtiya Ewropa (YE) û Rûsyayê aloz dibin. Polonyaya ku bi Rûsyayê re têkiliyên wê yên aloz hene, diyar kir ku wê Kalînîngrad a sînorê wê bi Polonyayê re heye bişopîne. -
Rûsya hebûna xwe ya li Cemsera Bakur xurt dike
Cemsera Bakur ku ji aliyê hiqûqa deryayê ya navneteweyî ve ne ya ti welatî ye, Rûsya hebûna xwe ya leşkerî ya li herêmê xurt dike. -
Krîza Yemenê: Erebîstana Siûdî ji Pakîstanê alîkarî xwest
Hûsiyên Yemenê dan zanîn ku ger koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî bombebaranê rawestînin ew amade ne bi wan re ji bo mûzakereyan li dora mase rûnin. -
Xwînên ku bi zorê hatibûn girtin bi merasîmekê hatin binaxkirin
Xwînên ku bi zorê di nîv sesalê de ji kabîleya herêmî ya Yanomamî yên li daristana Amazon a Brezîlayayê dijîn hatin girtin, bi merasîmeke hatin radest kirin. Kabîleya Yanomamî têkoşîna xwe ya hiqûqê ya 13 salî bi serkeftinekê tacîdar kir. -
Hat îdîakirin ku lîderê rêxistina Ecnad Misir hatiye kuştin
Hat îdîakirin ku lîderê rêxistina bi navê Ecnad Misir a ku di nava 2 salê dawî de li Misirê gelek êrîş pêk anî, di pevçûneke bi hêzên ewlekariyê re hatiye kuştin. -
Di navbera DYA û Komara Çek de krîza Rûsyayê
Di pêkanînên Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) yên li hemberî Rûsyayê de, yekem derizîna cidî xwe da der. -
‘Li Swêdê derketina agirekî nû li ber deriye’
Samîr Sabrî Berpirs û damerînerê rêxistina bi navê ‘2nd chance’ ya têkildarî ciwanan xebatan dimeşîne diyar kir ku hinek ji ciwanên ku hêviya wan ji pêşerojê tine û rastî îxaneta civakê hatine, ber bi krîmînalîteyê tên kişandin. -
Zêdeyî 30 hezar kes li Şîlî bûn mexdûrê lehî û şemitîna erd
Li bakurê Şîlî, di karesata ji ber rabûna lehiyê û şemitîna erd de zêdeyî sed kes winda bûn. Tê gotin ku 30 hezar kes jî mexdûr bûne. -
Heyeta Rojava li Moskowa ye
Ji bo duyemîn tûra civînên Moskowa yên bi însiyatîfa Rûsya tên lidarxistin, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û heyeta pê re gihiştin Moskowa. -
Li Ûkraynayê binpêkirina agirbestê: 2 mirî, 2 birîndar
Artêşa Ûkraynayê, tevî Peymana Mînsk a di 12'ê Sibatê de hat morkirin jî, hêzên mîlîs ên Donbassê hedef digire. -
Li Fransayê bikaranîna madeyên narkotîkê zêde dibe
Li gorî raporek li Fransayê hat weşandin, li vî welatî bikaranîna madeyên narkotîkê zêde dibe. Balkêş e ku ev zêdebûn di nava civanan de tê dîtin. -
Li derya di navbera Lîbya û Sîcîlya de bi sedan penaber hatin rizgarkirin
Bi zêdebûna pevçûnên li Lîbyayê re, koça mirovên ji vî welatî ber bi Ewropayê jî zêde bû. Bi sedan penaberên li peravên Îtalyayê bêçare man, ji aliyê keştiyeke leşkerî ya Îzlanda ve hatin rizgarkirin. -
Li Kenyayê piştî êrîşê 50 saetan kesek bi saxî hat dîtin
Piştî êrîşa pêr a Zanîngeha Garîssa ya Kenyayê xwendekarek bi saxî hat dîtin. -
Mubarek û kurên wî ji doza nelirêtiyê ji nû ve tên darizandin
Serokê berê yê Misrê Husnu Mubarek, ji ber bûyereke nelirêtiyê ji nû ve tê darizandin -
Di şerê Yemenê de ji sedî 75 mirî û birîndar sivîl in
Li Yemenê ku di bin êrîşeke zêde ya hêzên koalîsyona Ereban a Siûdî Erebîstan serkêşiya wê dike de ye, rewşa mirovî her diçe giran dibe. NY a ji bo nirxandina rewşê wê bicive, xwest “Navbera mirovî” bê dayîn. -
Yatsenyuk: Putîn Ukraynayê di têkoşîna li dijî Rojava de bikar tîne
Serokwezîrê Ukraynayê Arsenî Yatsenyuk li xwe mikûr hat ku li dijî komên Rûs yên li welatê wan, bêçare ne û got Rûsya, welatî wî di têkoşîna li hemberî Rojava de bikar tîne. -
Di navbera IMF û Yewnanîstanê de alozî
Di navbera Yewnanîstan û IMF’ê de ku li ser dayîna deynan muzakere tên meşandin, alozî didome. Hat hînbûn ku IMF’ê banga vegerê li heyeta muzakereyê û pisporên li Atînayê kiriye. -
Chrysler bi binpêkirina ewlekariya can hat cezakirin
Li Amerîkayê şîrketeke wesayîtan (otomobîl) bi hinceta ku girîngiyê nade ewlehiya canê bikarhêneran rastî 150 mîlyon dolar ceza hat. -
5+1, di mijara nukleera Îranê de li hev kirin
Îran û welatên 5-1 lihev kirin. Bi Îranê re di mijara bernameya nukleerê de lihevhatin pêk hat