Zêdeyî 30 hezar kes li Şîlî bûn mexdûrê lehî û şemitîna erd

Li bakurê Şîlî, di karesata ji ber rabûna lehiyê û şemitîna erd de zêdeyî sed kes winda bûn. Tê gotin ku 30 hezar kes jî mexdûr bûne.

Li bakurê Şîlî, di karesata ji ber rabûna lehiyê û şemitîna erd de zêdeyî sed kes winda bûn. Tê gotin ku 30 hezar kes jî mexdûr bûne.

Li herêma Atacama ya li bakurê şîlî, ji ber rabûna lehiyê û şemitîna erd, mexdûriyeta mirovan dewam dike. Hat ragihandin ku ji ber vê karesatê 25 kes mirine.

Herêma Atacama ku 800 kîlometre dûrî paytext Santîago ye, ev çend hefte ne li hemberî lehî û şemitîna erd li ber xwe dide.

Şemitîna erd a 17 caran rû da, gelê li herêmê bi awayekî cidî mexdûr ki.

Ji ber zêdebûna bandora karesata xwezayî Serokdewleta Şîlî Mîchelle Bachelet, tevlîbûna li Civîna Bilind a Amerîkayê betal kir û cara duyemîn çû herêmê. Piştî serdana roja Şemiyê, soza alîkariyê da herêmê.