CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Rûsya xwest Amerîka çekên nukleerî ji Ewropayê vekişîne
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Rûsya Alexander Lukashevich di daxuyaniya xwe ya 24’ê Adarê de, got ku pêwîst e DYA ya welatekî NATO ye çekên nukleerî yên li erdzemîna Ewropayê vekişîne. -
Li Ewropayê operasyona li dijî bazirganên mirovan: 41 binçavkirin
Li şeş welatên Ewropayê li dijî şebekeyeke mezin a bazirganên mirovan operasyonek hate lidarxistin û di encamê de 41 kes hatin binçavkirin. -
Obama vekişîna ji Afganîstanê dereng xist
Obama,diyar kir ku vekişîna nêzî 10 hezar leşkerên li Afganîstanê dereng xistiye. Obama got ku êdî ev leşker ne di rola şer de ne û dema ji bo vekişînê nehatiye guhertin. -
Li Afganîstanê êrîşa balafira bê mirov: 11 endamên Talîbanê mirin
Di encama êrîşa balafirên bê mirov a ji aliyê artêşa Amerîka ve li Afganîstanê li dijî tevgera Talîbana Pakîstanê pêk hat de piraniya wan fermandar bi giştî 11 endamên Talîbanê hatin kuştin -
Li Yemenê Hûsî pêşde diçin: Gelo Serokdewlet reviya?
Hûsî, ber bi bajarê Aden ê baregeha rêveberiya nû ya Serokkomar Abdurabbu Mansur Hadî ve diçin. -
Sê pirsên têkildarî ketina balafira Fransa li benda bersivê ne
Ketina balefira rêwiyan a ku 150 kes têde bûn gelek pirs bi xwe re anîn rojevê. Wezareta Hundir a Fransayê ragihand ku niha hemû îltîmal hene. -
Qutiya reş hat dîtin, Ewropa di nav şînê de ye
Yek ji qutiya reş a balafira roja Sêşêmê li Fransa ketibû hat dîtin. Rayedaran diyar kirin ku qutî zerar dîtiye lê wê karibin bikar bînin. -
Hûsiyan xwe gihandin Adenê
Milîsên ser bi Tevgera Şîa Hûsî ya dixwaze temamiya welatê Yemenê kontrol bike, xwe gihandin paytext Adenê. -
Nêzîhevbûna DYA-Kuba: Pêkanînên li hemberî kargehan tên rakirin
Bi dehan şîrketên li Kubayê bazirganiyê dikin, lê belê ji sala 1962'an û vir ve li ambargoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rast tên, ji vê ambargoyê rizgar bûn. -
Mezintirîn derba meteor hat tespîtkirin
Zanyaran di wê baweriyê de ne ku wan şopa kratera herî mezin a li cîhanê ya ji ber lêketina meteorê ya beriya bi sed mîlyonan salî, tespît kirine. Ev yek dibe ku di mijara dîroka gerstêrkê de rê li ber teoriyên nû veke." -
2 hezar 600 kes li Brukselê bê mal in
Li paytexta Belçîka Brukselê, hejmara bê malan, li gorî salên dawî gelekî zêde bû û 2 hezar 600 derbas kir. -
Barbados bi Îngîlîstanê re têkiliyên xwe yên sembolîk dibire
Dewleta giravê Barbados a li Başûrê Karîbîkan, di 50 saliya serbixwebûna xwe de yanî sala 2016’an de xwe amade dike ku têkiliyên xwe yên sembolîk ên bi Îngîlîstanê re bibire. -
Uruguayê li girtiyên Guantanamo re deriyên xwe girt
Hikûmeta Uruguay a nû ya di bin lîderiya Tabare Vasquez de, diyar kir wê ji vir şûn ve ji bo girtiyên ku ji girtîgeha Amerîkan a Korfeza Guantanamo tên re mafê penaberiyê nedin. -
Boko Haram 500 jin û zarok revand
Terorîstên Boko Haram ên bi komkujiyên xwe yên li bakurrojhilatê Nîjeryayê her di rojevê de ne, tê gotin ku bi sedan jin û zarokên keç revandine. -
Gelo Mamûtên bi hezaran sal berê winda bûne şûnde vedigerin?
Mamûtên bi pirç ku nêzî sê hezar sal berê winda bûn gelo wê şûnde vegerin? Wek projeyek balkêş tê dîtin lê zanistên li cihên cuda yên cîhanê li ser Mamûtên bi pirç xebatan dimeşînin, diyar dikin ku ev pêkan e. -
Ji 85 rêxistinên Sûriyeyî banga alîkariyê
Bi dehan sazî û rêxistinên sivîl ên Sûriyeyî têkildarî rewşa dijwar û wehşeta ku çar sal in li welatê wan berdewam dike daxuyaniyekê dan û diyar kirin ku ew bi terorîzmê re rû bi rû ne. -
Çîn, 3 Ûygûrî hatin darvekirin
3 Ûygûriyên ji ber êrîşa sala buhrî ya li hember îstasyona trenê ya Kûnmîng a li başûrê Çînê pêk hat û 31 kes têde mirin, hatibûn girtin û ceza wergirtibûn hatin darvekirin. -
Li Afganîstanê kêmar dibin hedef: 13 mirî
Kesên çekdar ên êrîşî otobuseke ku diçû başûrê welêt kirin 13 sivîl kuştin. -
Li Fransayê qezaya balafirê: 150 mirî
Hate ragihandin di encama ketina balafira Rêyên Hewayî yên Germnawingsê ya ku ji bajarê Barcelona yê Spanyayê diçû bajarê Dusseldorfa Elmanyayê de 144 kesên di balafirê de tevî 6 personelên balafirê jiyana xwe ji dest dan. -
Li Fransayê balafir ket: 148 kes winda ne
Balafira bi tîpa Airbus A320 a rêya hewayî ya Germanwings a ser kargeha rêyên hewayî yên Elman Lufthansa, li başûrê Fransayê ket xwarê. -
Li Pakîstanê di êrîşên DYA yên PHB de 2.199 kes mirin
Li Pakîstanê di nava 10 salên dawî de ji ber êrîşên pêgerên hewayî yên bê mirov (PHB) ên DYA de 2.199 kesî jiyana xwe ji dest dan, 282 kes jî birîndar bûn. -
Endamekî ETA'yê li Fransayê hat girtin
Hat ragihandin ku endamekî ETA'yê yê di rêzên destpêkê yên lîsteya lêgerînê ya Spanyayê cih digire, li Fransayê hatiye girtin. -
Ûkraynayê kontrola komên paramîlîter winda kir
Li Ûkraynayêi komên paramîlîter ên li dijî komên Rûs ên li Donbassê û herêmên din ên rojhilat ji bo serxwebûnê têdikoşin hatin avakirin, ji kontrolê derdikevin. -
Fîlê Afrîkayê bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye
Fîlên Afrîkayê yên di hedefa nêçirvanan de ne, tê gotin ku eger tedbîr neyên girtin dibe ku tine bibin. -
Ji 15 welatan soza daristana ji 61 mîlyon hektarî
Di konferanseke li bajarê Elmanya Bonnê de 15 welatan soz dan ku qadeke zêdeyî 60 mîlyon hekarî bikin daristan.