Obama vekişîna ji Afganîstanê dereng xist

Obama,diyar kir ku vekişîna nêzî 10 hezar leşkerên li Afganîstanê dereng xistiye. Obama got ku êdî ev leşker ne di rola şer de ne û dema ji bo vekişînê nehatiye guhertin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Barack Obama, aşkera kir ku vekişîna nêzî 10 hezar leşkerên ji Afganîstanê dereng xistiye. Obama got ku êdî ev leşker ne di rola şer de ne û dema ji bo vekişînê nehatiye guhertin.

Obama ev daxuyanî di serdana Qesra Spî ya Serokdewletê Afganîstanê Eşref Ganî yê berî niha bi 6 mehan hat desthilatdariyê kir.

Obama, got ku 9 hezar 800 leşker wê heta dawiya sala 2015'an li Afganîstanê bimînin.

Obama got ku wê çend mehan vekişînê dereng bixînin û ji bo alîkariya ji hêzên ewlekariyê yên Afgan re wê her tiştî bikin.

Plana vekişîna yekîneyên Amerîkanî ya di sala 2016’an de wê di dawiya vê salê de pêk bê. Li gor Qesra Spî wê leşker heta dawiya 2016’an vekişîn û tenê leşkerên li baregeha Amerîkan a li Kabîlê wê bimînin.