Li Afganîstanê kêmar dibin hedef: 13 mirî

Kesên çekdar ên êrîşî otobuseke ku diçû başûrê welêt kirin 13 sivîl kuştin.

Kesên çekdar ên êrîşî otobuseke ku diçû başûrê welêt kirin 13 sivîl kuştin.

Êrîş îro saet nêzî 01.00’ê li eyaleya Wardak a nêzî paytext Kabîlê pêk hat.

Rayedaran diyar kirin ku komeke çekdar, sivîlên di otobusê de gulebaran kirine. Heta danê nîvro jî ku ti kesî êrîş negirt ser xwe, tê zanîn tevgera Talîban li navçeya Sayadabad a êrîş lê pêk hatiye bihêz e.

Waliyê eyaleta Gaznî ya cîran Muhammed Alî jî mirina 13 sivîlan piştrast kir, diyar kir ku kesên çekdar di nav rêwiyên otobusê de 13 sivîl hilbijartine û yek yek kuştine.