Barbados bi Îngîlîstanê re têkiliyên xwe yên sembolîk dibire

Dewleta giravê Barbados a li Başûrê Karîbîkan, di 50 saliya serbixwebûna xwe de yanî sala 2016’an de xwe amade dike ku têkiliyên xwe yên sembolîk ên bi Îngîlîstanê re bibire.

Dewleta giravê Barbados a li Başûrê Karîbîkan, di 50 saliya serbixwebûna xwe de yanî sala 2016’an de xwe amade dike ku têkiliyên xwe yên sembolîk ên bi Îngîlîstanê re bibire.

Tê hedefkirin ku li Barbadosê cihê lîderiya sembolîk a Qraliçeya Îngîlîstanê ya Elîzabeth a Duyemîn, serokkomarî bigire.

Lîderê Partiya Karkeran a Demokratîk a desthilatdar, Serokwezîr Freundel Stuart di pêşnûmeya ku pêşkêşî meclîsê kir, hedef dike ku lîderiya dewletê ya sembolîk a Qralîçeya Îngîlîstanê bi dawî bikin. Tê hedefkirin ku li şûna lîderiya sembolîk a dewletê ya Qralîçeya Îngîlîstanê, serokkomar bigire.

Serokwezîr Stuart der barê mijarê de diyar kir ku ew li dijî qralîçeyê rêzdarin lê  li gorî destûra bingehîn Barbados ji pergala parlementer a monarşî, divê derbasî pergaleke parlamenteriya komarparêz bibin.

Ev ne yekem cerebandina Komarê ya Barbados e. Di 2005’an de jî serokwezîrê demê Owen Arthur jî modela komarê, li şûna monarşiya parlamenteriyê pêşniyar kiribû û ev pêşniyar pêk nehatibû.

Heman salên Barbados li şûna Meclîsa Taybet a Qraliyeta navenda wê li Londonê, Dadgeha Bilind a Karîbîkan wek dadgeha destûra bingehîn îlan kiribû.

Girava dewleta Bardabos ku di sala 1966’an de ji Îngîlîstanê veqetiya û serbixwebûna xwe îlan kir  nifûsa wê 280 hezar e û di Endeksa Pêşketina Mirovî de di nava 30 welatên yekem de cih digire.