Hûsiyan xwe gihandin Adenê
Milîsên ser bi Tevgera Şîa Hûsî ya dixwaze temamiya welatê Yemenê kontrol bike, xwe gihandin paytext Adenê.
Milîsên ser bi Tevgera Şîa Hûsî ya dixwaze temamiya welatê Yemenê kontrol bike, xwe gihandin paytext Adenê.
Milîsên ser bi Tevgera Şîa Hûsî ya dixwaze temamiya welatê Yemenê kontrol bike, xwe gihandin paytext Adenê.
Der heqê Serokkomar Abdûrrabbû Mansûr Hadî yê di 21'ê Sibatê de çû Adenê, agahiyên li hev nayên, tên.
AFP û AP ragihandin ku Hadî ji Adenê derketiye û nayê zanîn çûye ku derê. Lê Reutersê diyar kir ku Serokkomar hînê ji paytextê derneketiye.
Milîsên Şîa Hûsî (Ensarûllah) xwe gihandin paytext Aden a li başûrê welêt e. Komîteyên gel ên hêzên milîs ên ser bi Serokkomar Hadî jî, nuqteyên ketin û derketina bajêr terikandin. Tê gotin ku li ser vê yekê Hadî ji hemû xebatkarên li saziyên dewletê û gelê Adenê xwestiye ku kargehên xwe bigirin û biçin malên xwe.
Televîzyona El Meyadînê da xuyakirin ku Ensarûllah ketiye bajarê Aden ê Mansûr Hadî û alîgirên wî lê ne. Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) jî diyar kir ku Mansûr Hadî ji Adenê derketiye.
Televîzyona El Hades jî diyar kir ku Mansûr Hadî hînê li Adenê ye û nafikire ku bajêr biterikîne.
Li gorî daxuyaniya dawî ya AFP'ê; parazvanên Serokkomariyê piştrast kirine ku Mansûr Hadî reviya ye.
SIÛDÎ, QATAR EMARETÊN EREB ÊN YEKBÛYÎ Û QÛWEYTÊ SEFÎRÊN XWE VEKIŞANDIN
Hat ragihandin ku Erebîstana Siûdî, Emaretên Ereb ên Yekbûyî û Qûweyt ên piştî desthilatdariya Mansûr Hadî sefaretxaneyên xwe derbasî Adenê kirin, li ser bûyer û qewimînên dawî personelên xwe yên li vî bajarî vekişandine. Tê gotin ku di nava welatên Ereb ên wezîfedarên xwe yên sefaretxaneyê vekişandine de, Misir jî heye.