Ji 85 rêxistinên Sûriyeyî banga alîkariyê

Bi dehan sazî û rêxistinên sivîl ên Sûriyeyî têkildarî rewşa dijwar û wehşeta ku çar sal in li welatê wan berdewam dike daxuyaniyekê dan û diyar kirin ku ew bi terorîzmê re rû bi rû ne.

Bi dehan sazî û rêxistinên sivîl ên Sûriyeyî têkildarî rewşa dijwar û wehşeta ku çar sal in li welatê wan berdewam dike daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew bi terorîzmê re rû bi rû ne. Rêxistinên Sûriyeyê gazinca “dest ji me berdane” li rêxistinên navneteweyî û mafê mirovan kirin.

Ji rêveberên kampanyaya bi navê “Gerstêrka Sûriyeyê” Salma Kahal got: “Ev ne rewşekî tevlîhev e, piraniya Sûriyeyan ne dîktatorî û ne jî tundrawiyê dixwazin.  Em jî dixwazin weke hemû mirovên li her aliyeke yê cîhanê azad û bi rûmet bijîn.”
Kahal jî weke gelek çalakvanên Sûriyeyê rexneya “Em bi tenê hatine hiştin” li rêxistinên navneteweyî kir.

Koma ku ji 85 tevî sendîka û rêxistinên mafan û rêxistinên din ên sivîl pêk tê da zanîn ku ji bo tundî bi dawî bibe, divê du ast bêne derbaskirin.  Rêxistinan dan zanîn ku divê bombeyên varêl ên ku ji aliyê balafirên rejîmê ve tên avêtin, bên rawestandin û hevdîtinên hêzên navneteweyî yên bi komên Sûriyeyî û welaêtn ku destekê didin wan de bên destpêkirin.

'YÊN TUNDRAW LI GUND Û BAJARÊN WÊRAN BÛNE BI CIH DIBIN'

Ji organîzatoran Ula Ramadan ji ajansa nûçeyan a Fransa AFP re axivî û sedema navê “Gerestêrka Sûriyeyê” wiha şîrove kir: “Ji ber ku carna ji xwe dibêjin qey em li gerstrêkeke din dijîn.”

Ji bûyerên adara 2011 ve li Sûriyeyê destpê kirin û vir ve zêdetirî 215 hezar kes jiyana xwe ji dest dan. Li gorî organîzatorên kampanyaya  “Gerstêrka Sûriyeyê” tundrawbûna li Sûriyeyê di serî de ji ber bombeyên varîl ên rejîm diavêjin û tundiya zêde, zêde bûye.