CÎHAN
Li Venezûelayê 2 erdhejên bi 7,2 û 7,5 pileyî bûn sedema hilweşîneke mezin. Li gorî daneyên fermî herî kêm 164 kes mirin. Lê tê gotin, dibe ku bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da bin.
Piştî ku hevdîtinên aştiyê bê encam man, rêveberiya Washingtonê operasyonên leşkerî yên bi sînor ên li dijî Îranê ji nû ve xist rojeva xwe. Plana dorpêçkirina Tengava Hurmuzê jî li Ewropayê bû sedema nerazîbûneke cidî.
Li Viyana, Graz û Welsê, bi hezaran Kurd û dostên wan êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Jinan di refên pêş ên meşan de bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan û wiha gotin, “Em ê ji bo mîsogeriya şoreşa jinan ji kolanan neterikînin.”
Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê, diyar kir ku ew amade ne li gel rayedarên Efganîstanê diyalogê bidomînin û got ku lê divê ‘pirsgirêkên ewlehiyê yên esasî’ yên têkildarê ewlehiya sînor û fealiyeta komên çekdar bên çareserkirin.
Qirkirina ku DAİŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê dijî gelê Êzidî pêk anîbû, li bajarê Borlänge yê Swêdê bi çalakiyekê hat bibîranîn.
Hemû Nûçe
-
Ji artêşa Kolombiya operasyon
Li Kolombiyayê tevî agirbestê û hevdîtinên aştiyê jî ji ber operasyona leşkerî ya li navenda welêt şer rû da. Hat ragihandin ku di şer de 3 gerîlayên FARC û leşkerek mirine.
-
-
-
-
Eyaletên Elman ji hejmara penaberan bi fikar in
Sala buhrî serlêdanên penaberiyê yên li Elmanyayê nêzî 200 hezarî bû û tê payîn ku îsal wê herî kêm 1,5 qat zêde bê. Eyalet jî diyar dikin wê hejmara penaberan di sala 2015’an de bigihêje 500 hezarî û divê li gorî vê amadekarî bên kirin.
-
-
Bîlançoya giran a Ebola: 10 hezar kes mirin
Belavbûna şewba Ebola li Rojavayê Afrîkayê nasekine. Hejmara mirovên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan 10 hezar derbas kir. Di nava hefteya dawî de 400 kes bi vîrûsê ketin.
-
-
-
FAZ: Yewnanîstan dikeve rewşeke welê ku nikare deynê xwe bide
Tê îdîa kirin ku Yewnanîstan a bi Yekîtiya Ewropayê re muzakereyan dimeşîne, ji hefteyên pêş û pê ve wê di dayîna deynan de zehmetiyan bikşîne. Vê îdîayê di medya Elman de cih girt. Lîderê Syrîza Serokwezîr Tsîpras daxuyaniyên berevajî vê dabû.
-
-
Schwesig: Qanûna Heqdestê Wekhev divê îsal pêk bê
Li Elmanyayê nîqaşên der barê wekheviya heqdestê mêr-jinê de didome. Wezîra Malbatê Manuela Schwesîng diyar kir ku qanûna heqdestê wekhev ku muhafazakar hewl didin taloq bikin, ew israr dikin ku îsal bikeve meriyetê.
-
Siûdiyî wê vîzeyê nedin karsazên Swêdî
Krîza dîplomatîk a di navbera Erebîstana Siûdî û Swêdê de, li qada aboriyê jî xwe da der. Siûdiyan biryar dan ku vîzeyê nedin karsazên Swêdî yên dixwazin werin welatê wan.
-
-
Elmanya ‘yekineya dij-terorê’ ya nû ava dike
Elmanya ji bo ku pêşî li tehdîda êrîşên radîkal îslamî bigire, yekineyên xwe yên têkoşîna bi terorê re ji nûve saz dike. Bi vê armancê li yekineyên polîsan yekineyeke taybet ya nû ku hejmara wan digihêje 750’yî wê bê avakirin.
-
-
-
CDU li dijî mafê xizmeta tenduristiyek baştir a penaberan e
Li Elmanyayê partiya CDU ya desthilatdariyê bersiva neyênî da daxwazên ku ji bo penaber ji mafên xizmeteke baş a tenduristiyê fêdeyê bigirin. CDU îdîa dike ku ger xizmeta tenduristiyê bê başkirin wê ev der ji bo penaberan rastî eleqeyê bê.
-
-
Li Yewnanîstê xizanî zêde bû
Li Yewnanîstanê ji sala 2009’an heta niha ji ber krîz û polîtîkayên li ser gel tên kirin xizanî zêde dibe. Li gorî lêkolînekê, di navbera 2008-2012’an de li malbatekê di hatinê de ji çaran yek şûnde ketiye.
-
-
-
-
-