Li Fransayê favoriyê hilbijartinan Eniya Neteweyî ya nîjadperest e

Li Fransayê di hilbijartinên meclîsên departman (bajar) de, ku wê roja Yekşemê tûra destpêkê pêk werin, tê payîn ku Eniya Neteweyî ya rastgir a tund (FN) bibe yekemîn.

Li gorî lêkolîneke dawî, namzetên partiya dijminê biyaniyan FN wê ji sedî 29 ê dengan werbigirin. 

Li gorî anketa Harris Interactive ya ji aliyê televîzyona meclîsê LCP-Assemblée û rojnameya 20 Minutes ve hat kirin, li dû FN, wê namzetên tifaqa partiya mûxalefetê Yekîtiya Tevgera Gel (UMP) û Yekîtiya Demokratên Serbixwe (UDI) dengên zêde bi dest bixin. Di anketê de rêjeya dengê tifaqa UMP-UDI ji sedî 28 xuya dike. Partiya Sosyalîst (PS) a li ser desthilatdariyê û lîsteyên tifaqên wê jî tê payîn ku ji sedî 19 ê dengan werbigirin.

Li gorî encamên anketê, namzetên Eniya Çep (Front de Gauche) digihêje rêjeya ji sedî 7'an, namzetên rast ên li derveyî partiyên navendê jî ji sedî 8 ê dengan werdigirin. Tê texmînkirin ku namzetên din ên çep jî ji sedî 5 ê dengan bi dest bixin, Keskiyên Ekolojiyê yên Ewropayê (EELV) jî ji sedî 2 ê dengan werbigire.

Ji sedî 42 ê beşdarên anketê dixwazin ku eger namzetên UMP ji tûra duyemîn re nemînin, li dijî FN destekê bidin namzetên çep. Ji sedî 13 ê beşdaran jî dixwazin ji bo FN deng werin bikaranîn.

Ji sedî 45 ê beşdarên anketê ji namzetên Partiya Sosyalîst dixwazin, ku eger ji tûra duyemîn re nemînin, li dijî FN namzetên UMP-UDI destek bikin.

Di hilbijartinên ku wê roja Yekşemê pêk werin de, ji bo 101 departmanan wê 4 hezar 128 nûnerên kantonan bên hilbijartin. Tûra duyemîn jî wê di 28'ê Adarê de pêk were.