Muhammed Alî ji bo rojnamevanê girtî yê li Îranê di dewrê de ye

Şampiyonê boksê yê berê yê cîhanê Muhammed Alî, ji bo nûçegihanê Washîngton Post ê ji aliyê Îranê ve hatiye girtin, bê berdan di dewrê de ye.

Rojnamevan Jason Rezaîan yê welatiyê DYA û Îranê ye li Îranê hat girtin û ji bo wî li ser înternetê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin û bi sed hezaran kesî piştgirî danê.

Jason Rezaîan ku ji sala 2012’an heta niha nûnerên Tehranê yê Washîngton Post dixebitî, li DYA’yê hatiye dinê û ji Tîrmeha sala buhrî ve girtiye. Rezaîan ku li mala xwe ya li Tehranê hat girtin tê gotin ku bi aktîvîteyên ku ne li gorî rojnamegeriyê ye tê sûcdarkirin.

Hevsera wî Yegane Salehî Rezaîan jî hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.

Ji bo rojnameger Jason Rezaîan ku bi eslê xwe ji Îranê ye serbest bê berdan şampiyonê boksê yê berê yê cîhanê Muhammed Alî nameyek nivîsî û bang li rêveberên Îranê kir. Nameya xwe ji lîderê olî Alî Hamaney, Serokkomar Hasan Rohanî û Wezîrê Edaletê Sadeg Larîcanî re şand û daxwaz kir ku rojnamaeger Rezaîan ji mafên hiqûqî fêdeyê bigire.

Li aliyê din jî ji bo Rezaîan bê berdan li ser malpera kampanyaya bi navê change.org  kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin û heta niha bi sed hezaran kes tevlî kampanyayê bûn. Ji duh êvarê de  243 hezar kesî îmze avêt kampanyayê.

Di metna îmzeyê de tê diyarkirin ku Rezaîan ne qanûnên Îranê û ne jî rêbazên navneteweyî binpê kiriye û girtina wî şaş e. Hat gotin ku ji bo hevdîtina parêzeran a bi Rezaîan re destûr nayê dayîn û bang li rayedarên Îranê hat kirin ku bê berdan.

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê John Kerry jî di nav de gelek kesî piştgirî da kampanyaya li serChange.org.