Di nûçeya li rojnameya Frankfurter Allgemeine Sonntagszeitungê (FAZ) de hat îdîa kirin ku di hefteyên pêş de wê di dayîna deynan de Yewnanîstan zehmetiyan bikşîne. Li gorî nûçeya ku rojname agahiyên wê dispêre Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, rewşa malî ya Yewnanîstanê, ji bo dema piştî 9'ê Nîsanê weke 'krîtîk' tê nirxandin.
Rojnameyê di îdîaya xwe de bibîr xist, ku ji bilî dayîna deynên heta 8'ê Nîsanê, Yewnanîstan divê ji bo dayîna krediya nû ya ji 7,2 mîlyar Euroyî muzakereyan bimeşîne. Di nûçeyê de hat ragihandin ku Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Tsîpras, ji bo dayîna heta 8'ê Nîsanê Komîsyona Yekîtiya Ewropa, Bankaya Navendî (ECB) û Fona pereyan a Navneteweyî, qanih bike.
Der heqê îdîaya FAZ de hînê ti daxuyanî nehatiye dayîn. Saziyên kredî dan Yewnanîstanê, weke şert xwestibûn Yewnanîstan hin rêze reforman bike. Serokwezîr Aleksîs Tsîpras di daxuyaniya xwe ya roja Înê de ragihandibû ku wê di rojên pêş de bernameyeke reformê were pêşkêşkirin.
Tsîpras dabû xuyakirin ku ti pirsgirêka lîkîdîte ya dewletê nîne û dewlet dikare 'hin karan bi ser bixîne'.