Li Berlîn a Elmanyayê wezîra malbatî Manuela Schwesgîng di çalakiya ‘Roja maeşa wekhev’ (Equal Pay Day) axivî û diyar kir ku ew dixwazin ji bo pêşî newekheviya heqdest bigirin wê îsal sererastkirinên qanûnî pêk bînin. Schwesîg got serokwezîr Angela
Merkel jî piştgiriyê dide wê û di daxuyaniya ku ji ZDF-Morgenmagazîn re kir de got ji bo vê qanûnê divê di dema qanûnê de be.
Schwesîg anî ziman ku divê polîtîkayên heqdest yên şîrketan zelal be û got bi vî awayî wê wekheviya heqdestê mêr û jinê bê fêmkirin.
Hewldana wezîra partiya SPD’ê ji aliyê partiya desthilatdar CDU’yê ve erênî nayê pêşwazîkirin. Gelek parlamenterên CDU diyar dikin ku ecele nekin. Muhafazakar jî ligel vê ne ku qanûna der barê heqdestê wekhev bikeve meriyetê.