Di hilbijartinên diyarkirina yek jê jin du endamên kantonên ji bajaran pêk tê de, rêjeya beşdariyê ji sedî 51 bû. Heta nîvê şevê, ji 2 hezar 54 kantonan dengên 1.600 kantonan hatin jimartin û li gorî vê encamê partiyên rastgirên navendî yên li mûxalefetê UMP û UDI bi ser ketin. Berevajî bendewariyan partiya Eniya Neteweyî ya rastgirên tund (FN) nebû yekemîn. Lê belê bi rêjeya ji sedî 26'an re bû hêza duyemîn a mezin.
Li kantonên jimartina dengên wan temam bûn, li 641 kantonan Yekîtiya Tevgera Gel bû yekemîn, Yekîtiya Demokratên Serbixwe (UDI) jî tevî partiyên rastgir ên hevalbendên xwe li 641 kantonan bû yekemîn. Namzetên din ên rastgir jî li 182 kantonan yekemînî bi dest xistin. Namzetên UMP di tûra destpêkê ya duh de li 70 kantonan yekser bi ser ketin.
Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê û tifaqên wê jî li 426 kantonan bi ser ket. Namzetên din ên çep ên bi PS re tifaq nekirin, li 74 kantonan bi ser ketin. Derket holê ku Partiya Sosyalîst wê li 500 kantonan nikaribe beşdarî tûra duyemîn jî bibe.
Namzetên rastgirên tund û xwedî gotinên dijberiya biyaniyan FN jî, li 233 kantonan di rêza destpêkê de cih girtin. FN ku di hilbijartinên dawî yên sala 2011'an de 2 endamên meclîsa bajêr qezenç kiribû, di hilbijartinên duh de li 4 kantonan zêdeyî ji sedî 50 ê dengan stend û bi ser ket.
Keskiyên Ekolojîk ên Ewropayê (EELV) ên tifaqa bi Partiya Sosyalîst re red kirin, ji sedî 1,9 ê dengan wergirt û li gorî hilbijartinên sala 2011'an dengekî cidî winda kir. EELV di hilbijartinên dawî de ji sedî 8,2 ê dengan wergirtibû.
Ji partiyên mûxalefeta çep Eniya Çep (Front de Gauche-FG) jî ji sedî 6,5 ê dengan wergirt û herî kêm li 3 kantonan di tûra destpêkê de hilbijartin qezenç kir.
Encamên dawî yên tûra destpêkê tê payîn ku îro werin weşandin. Tûra duyemîn a hilbijartinan jî wê di 29'ê Adarê de pêk were.