Çareseriya YE a penaberiyê; careke din Bakurê Afrîkayê
Bi zêdebûna hejmara serlêdanên penaberiyê yên li Yekîtiya Ewropayê re, polîtîkayên ne însanî û alîgirê tundiyê yên welatên endam, ji nû ve dikevin rojevê.
Bi zêdebûna hejmara serlêdanên penaberiyê yên li Yekîtiya Ewropayê re, polîtîkayên ne însanî û alîgirê tundiyê yên welatên endam, ji nû ve dikevin rojevê.
Armanc ew e ku careke din bi welatên Afrîkayê re hevkarî bê kirin û pêşî li penaberan were girtin ku nikaribin xwe bigihînin Ewropayê.
Di nûçeya li kovara Der Spiegel hat weşandin de hat îdîakirin ku hin ji welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo pêşî li hatine penaberan bigirin dixwazin bi welatên sêyemîn re peymanê mor bikin. Li gorî vê yekê welatên weke Elmanya, Îtalya, Fransa û Spanya, dixwazin penaberan bişînin welatên Bakurê Afrîkayê Misir û Tûnisê.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku welatên Yekîtiya Ewropayê wê alîkariyê bidin Misir û Tûnisê û bi vî rengî pêşî li hatine penaberan bigirin. Li gorî konsepta ku tê gotin li ser li hev hatiye kirin, yekîneyên ewlekariya peravê yên Misir û Tûnisê, wê penaberan bikişînin peravên xwe.
Ev welatên mijara gotinê, wê penaberên li Derya Spî werin zevtkirin werbigirin û bişînin welatê wan.
'MISIR Û TÛNIS JI BO PENABERAN EWLE NÎNIN'
Parlamentera Parlamenta Ewropayê (PE) Franzîska Keller der barê mijarê de daxuyaniyek da, welatên YE rexne kir û got, "Welatên Yekîtiyê, berdêla wê çi dibe bila bibe dixwazin xwe ji berpirsyariyên xwe yên der heqê penaberan de rizgar bikin." Keller diyar kir ku Misir û Tûnis ji bo penaberan welatên ewle nînin.
Ji ber pevçûn û şerên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, di salên dawî de hejmara penaberên xwe li welatên Ewropayê girtin zêde bûn û di sala 2014'an de gihîşt 626 hezarî. Tê zanîn ku yek ji sê parên koçberiya ber bi Yekîtiya Ewropayê bi rêya deryayê tê kirin.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di sala 2014'an de bi giştî 207 hezar penaber di ser Derya Spî re koçî Ewropayê kirin. Par piraniya wan di keştiyan de 3 hezar 400 penaberî di rê de jiyana xwe ji dest dan.