CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Rûsya dixwaze ji sedî 25 ê gaza serayê kêm bike
Beriya civîna bilind a avhewayê ya li paytexta Fransa Parîsê di meha Kanûnê de tê lidarxistin, welatên cîhanê armancên xwe yên li ser kêmkirina belavkirina gaza serayê diweşînin. -
Li gorî NY Boko Haram ji sala 2014'an û vir ve 7.300 kes qetil kir
Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin rêxistina olî ya tund Boko Haram a li bakurê Nîjerya, Çad, Kamerûn û Nîjerê bi bandor e, ji destpêka sala 2014'an û vir ve 7.300 sîvîl qetil kiriye. -
Balafirên rêwiyan wê êdî karibin sotemeniya xwe li hewa tedarik bikin
Hat ragihandin ku balafirên rêwiyan demeke kurt piştî rabûnê wê karibe li hewayê pêwîtiya xwe ya bi sotemeniyê tedarik bike. Bi saya vê yekê re wê bi qasî rêjeya ji sedî 20'î teserûfa sotemeniyê were kirin. -
Li Keşmîrê hezaz: 16 mirî
Li herêma Chadoora ya eyaleta Keşmîr a Hîndîstanê di encama hezazê de herî kêm 16 kes di bin erdê de man. -
Tikrît ji DAIŞ’ê hat stendin
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî, diyar kir ku Tikrît ji çeteyên DAIŞ hat stendin. El Ebadî artêşa Iraqê û yekîneyên dilwaz pîroz kir. -
Ban Ki-Moon: Ji her 5 Sûriyeyiyan 4 jê bi hejariyê re rû bi rû ne
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-Moon ragihand ku ji sedî 80’yê Sûriyeyiyan bi hejariyê re rû bi rû ne. -
Çeteyan li El Mebûca sîvîl qetil kirin
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê El Mebûca yê bajarokê Selemiyê yê bajarê Sûriye Hamayê kirin. -
Li Iraqê 500 polîs ji kar hatin derxistin
Wezareta Karên Hundir a Iraqê, 500 leşker û hêzên ewlekariyê yên tevlî operasyonên li hemberî DAIŞ'ê nebûn û reviyan, ji kar derxist. -
Boko Haram fermana kuştina hemû jinan da
Lîderê rêxistina Boko Haram a li Nîjeryayê sûcên hovane yên li dijî mirovahiyê dike, li herêma Gwoza ku xelîfetiya xwe lê ragihand, fermana kuştina hemû jinan da. -
Muzakereyên nukleerê yên bi Îranê re didomin
Tûra dawî ya muzakereyên nukleerê yên di navbera Îran û 5+1 welatî de, li bajarê Swîsre Lozanê dewam dike. -
Di lehiya li Atacama de 17 kes mirin, 20 kes winda ne
Li Şîlî, ji ber rabûna lehiyê 17 kes mirin, 20 kes jî winda ne. -
Welatên Ereb artêşa hevpar li Yemenê ceribandin
Civîna Bilind a Ereban, ku li bajarê Şarm El Şêx ê Misirê civiya, di mijara avakirina artêşeke hevpar de ji aliyê prensîbê ve li hev kir. Ceribandina destpêkê ya vê artêşê, bi destwerdana li Yemenê re hat kirin. -
Bi ya Esad êrîşên hewayî yên DYA DAIŞ’ê bi hêz kir
Serokdewletê Sûriye Beşdar Esad ragihand ku êrîşên hewayî yên ku ji aliyê koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê ve li dijî DAIŞ’ê pêk tên, DAIŞ’ê bi hêz kiriye û her meh hezar kes tevlî DAIŞ’ê dibin. -
Li Bangladeşê nivîskareke din hate kuştin
Li paytexta Bangladeş a Dakkayê nivîskareke din ê blogê bi êrîşeke sentûrê hate kuştin. -
Li Brezîlyayê di navbera polîs û çeteyan de pevçûn: 11 mirî
Li du herêmên cuda yên Brezîlyayê di encama pevçûnên di navbera polîs û çeteyên çekdar pêk hatin de 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. -
Ji ber şer û pevçûnên li Afganîstanê du herêm bê elektrîk man
Li Afganîstanê ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên hikûmetê û Talîbanê de du herêmên li başûrê welêt bê elektrîk man. -
Li Yemenê kampa sivîlan hat bombekirin
Hêzên koalîsyonê yên di pêşengiya Siûdî Erebîstanê hatin gel hev, li bajarê Hacca yê Yemenê, êrîşî kampeke ku mexdûrên şer têde bi cih bûne kirin. Di encama êrîşê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest da 30 kes jî birîndar bûn. -
Li Papûa Nû Gîne erdheja bi dijwariya 7.7
Li peravên Papûa Nû Gîne, li gorî pîveka Rîchterê bi dijwariya 7.7 pileyî erd hejiya. -
Li Tûnisê bi hezaran kes li hember ‘terorîzmê’ meşiyan
Li Tûnisê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina êrîşa 18’ê Adarê ya li dijî muzeya Bardo li hember “terorîzmê” meşiyan. -
Di hevdîtinên giştî yên cemaweriyê yên li Elmanya de lihevkirina qismî
Di hevdîtinên giştî yên 800 hezar karker û karmendên li saziyên cemaweriyê yên eyaletên Elmanyayê eleqedar dikin de, lihevkirineke qismî pêk hat. -
Li bakurê Şîlî lehî rabû: 10 kes mirin, 19 kes winda ne
Li bakurê Şîlî, lehiya ku rabû bandor li gelek wargehan kir. Yek ji van cihên ket bin bandora lehiyê kanên Atacama ne, ku 33 karkerên kanê 69 rojan tê de asê mabûn. -
Gelê Tûnisê li dijî terorîzmê diherike kolanan
Gelê Tûnisê li dijî êrîşa barbarî ya 18'ê Adarê ya li Muzeya Bardo, dadikeve kolanan. Tê payîn ku bi deh hezaran mirov îro beşdarî çalakiya bi navê 'li dijî terorîzmê tifaqa pîroz' bibin. -
Li dijî germbûna global çalakiya Saeta Cîhanê
Ji bo bal were kişandin ser germbûna global û di vî warî de hestyariyek bê afirandin, Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî ya Cîhanê (WWF) banga çalakiya Saeta Cîhanê kir. Ji gelemperiya cîhanê bi hezaran sazî û rêxistinan destek dan vê çalakiyê. -
Biyaniyên li Yemenê tên tehliyekirin
Êrîşên koalîsyona ku Siûdî Erebîstan serkêşiya wê dike li hember Yemenê didomin. Ji ber êrîşên li hember paytexta Yemenê Sana zêde bûn gelek welatan hemwelatiyên xwe kişandin. Serokdewletê Yemenê jî li paytexta Siûdî Erebîstanê Riyadê dimîne. -
Li Nîjeryayê li hember du buroyên hilbijartinê êrîş: 2 kes mirin
Li Nîjeryaya ku di bin êrîşên Boko Haram de ye, li hember 2 buroyên hilbijartinê êrîş pêk hatin 2 kesan jiyana xwe ji dest da.