Li Nîjeryayê li hember du buroyên hilbijartinê êrîş: 2 kes mirin

Li Nîjeryaya ku di bin êrîşên Boko Haram de ye, li hember 2 buroyên hilbijartinê êrîş pêk hatin 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Nîjeryaya ku di bin êrîşên Boko Haram a aşkera kir ku bi DAIŞ ê re tifaq kiriye de ye, li hember 2 buroyên hilbijartinê êrîş pêk hatin 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Nîjeryaya di bin êrîşên rêxistina bi navê Boko Haram de ye îro hilbijartin hene. Li bakurê welêt li hember du buroyên hilbijartinê êrîş pêk hatin, 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Kesên çekdar li hember gundên Bîrîn Bolawa û Bîrîn Fûnalî yên li eyaleta Gomber êrîş pêk anîn. Çavkaniyekê got ku êrîşkaran gotine, “Ma me ji we re negotibû ji hilbijartinan dûr bisekinin” û êrîş kirine.

Serokê Boko Haram Ebûbekir Şeko di daxuyaniya xwe ya mehên buhrî de diyar kiribû ku wê hilbijartinan sabote bikin. Şeko gotibû ku ti eleqeya hilbijartinan bi Îslamiyetê re nîn in.