Li Tûnisê bi hezaran kes li hember ‘terorîzmê’ meşiyan
Li Tûnisê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina êrîşa 18’ê Adarê ya li dijî muzeya Bardo li hember “terorîzmê” meşiyan.

Serokkomarê Fransa François Hollande, Serokwezîrê Îtalya Matteo Renzî, Serokdewletê Gabon Alî Bongo û Serokê Fîlîstîn Mahmut Abbas jî di nav de bi hezaran kes tevlî meşê bûn.
Di meşê de pankartên, “Tunisa Azad, terorîzm bicehime”, “Welatê me ji we bihêztir e”, dowîz û ala Tûnisê hatin hilgirtin.
Serokdewletê Tûnisê Habîb Essîd ê beriya meşê daxuyaniyek da got ku Tûnisê lîderê ‘cîhadîst’ Lokman Ebû Şakir roja Şemiyê kuştiye. Essîd ragihand ku artêşa Tûnisê roja Şemiyê operasyon pêk aniye.
Bi hezaran kesên ku siyasetmedar jî di nav wan de heta muzeya Bardo ya 18’ê Adarê komkujiyek lê pêk hatibû meşiyan.
Meş heta herêma ku parlamento û muzeya Bardo lê dewam kir. Meş li herêma ku kevirê ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatiye danîn bi dawî bû. Li vir merasîma vekirina abîdeyê pêk hat.
Di êrîşa 18’ê Adarê de 21 tûrîst û polîsek bi giştî 22 kesan jiyana xwe ji dest dabû.