Bi ya Esad êrîşên hewayî yên DYA DAIŞ’ê bi hêz kir

Serokdewletê Sûriye Beşdar Esad ragihand ku êrîşên hewayî yên ku ji aliyê koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê ve li dijî DAIŞ’ê pêk tên, DAIŞ’ê bi hêz kiriye û her meh hezar kes tevlî DAIŞ’ê dibin.

Serokdewletê Sûriye Beşdar Esad ragihand ku êrîşên hewayî yên ku ji aliyê koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê ve li dijî DAIŞ’ê pêk tên, DAIŞ’ê bi hêz kiriye û her meh hezar kes tevlî DAIŞ’ê dibin.

Beşar Esad têkildarî êrîşên hewayî yên ku ji meha Îlonê ve destpê kirine ji kanala televîzyonê ya CBS a Amerîkayê re axivî.

Esad got: “Êrîşên koalîsyonê li hin cihan avantajan bi xwe re tîne, lê bi awayekî giştî êrîşên hewayî Dewleta Îslamî bi hêz kiriye.”

Esad ragihand ku her meh hezar kes tevlî DAIŞ’ê dibin û got: “Li Iraqê, li Lîbyayê û li gelek welatan belav dibin. Rêxistinên girêdayî El Qaîdeyê dilsoziya xwe ya bi DAIŞ’ê re nîşan dan. Rewş bi vî rengî ye.”

Hêzên koalîsyona bi pêşengiya DYA’yê ji Tebaxa 2014'an ve, li Iraqê, ji 23’yê Îlona 2014 ve li Sûriyeyê li dijî hedefên DAIŞ’ê êrîşên hewayî pêk tînin.

Çeteyên DAIŞ ên ku dijminê mirovahiyê ye, li Sûriye û Iraqê komkujiyên mezin pêk tîne, êrîşên li Yemen, Tûnis û welatên din pêk hatin girt ser xwe.

Li gorî daneyên CIA nêzî 30 hezar endamên DAIŞ’ê hene.

Beşar Esad her wiha bersiv da pirsa “Hûn ê di kîjan şert û mercan de dest ji textê xwe berdin?”. Esad da zanîn ku kengî êdî gel destekê nede wî, ger êdî ew nikare temsîla nirx û berjewendiyên Sûriyeyê bike ew ê dest ji karê xwe berde.