Ban Ki-Moon: Ji her 5 Sûriyeyiyan 4 jê bi hejariyê re rû bi rû ne
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-Moon ragihand ku ji sedî 80’yê Sûriyeyiyan bi hejariyê re rû bi rû ne.

Ban Ki Moon di konferansa welatên ku alîkariyê didin gelê Sûriyeyê ya li Kuwêtê pêk hat de axivî û got: “Ji her pênç Sûriyeyan, çar Sûriyeyî bi hejarî û belengaziyê re rû bi rû ne.”
Ban Kî Moon da zanîn ku Sûriye di warê pêşketina mirovahî de 40 sal winda kir û got: “Nîvê zilam, jin û zarokên vî welatî neçar man ji cih û warê xwe bibin.”
Ban Ki-Moon da zanîn ku krîza mirovahiyê ya herî mezin a serdema me li Sûriyeyê pêk tê.
Ji Adara 2011'an ve di pevçûnên li Sûriyeyê destpê kirin, zêdetirî 215 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 10 milyon kesî neçar man ku ji cih û warên xwe bibin.
Hema bêje nîvê şêniya welêt ku 23 milyon e, zêdetir ber bi hundir û derveyî welêt koçber bûn. Li gorî Neteweyên Yekbûyî ev yek rekora herî mezin a 20 salên dawiyê ye.
NY ji ber vê yekê di konferansa ku sê sal in li Kuwêtê pêk tê, ji wezîrên derve yên 78 welatan dixwazin ku hewldaneke bêhempa nîşan bidin. Ban Ki Moon hêvîdar e ku salê 8.4 milyar dolar ango foneke rekore werbigire.
Di vekirina konferansê de mîrê Kuwêtê soz da ku ew ê nîv milyar dolar bide gelê Sûriyeyê.