Di lehiya li Atacama de 17 kes mirin, 20 kes winda ne

Li Şîlî, ji ber rabûna lehiyê 17 kes mirin, 20 kes jî winda ne.

Li Şîlî, ji ber rabûna lehiyê 17 kes mirin, 20 kes jî winda ne.

Li bajarê Atacama yê li bakurê Şîlî, li dû karesata lehiyê mirov hewl didin birînên xwe bipêçin. Li bajarê Atacama û derdora wê, ku herêma madenê ya welêt e, ji ber lehiyê 17 kes mirin, 20 kes jî winda ne.

Rayedaran dan xuyakirin, ku cesedê sê ji kesên jiyana xwe ji dest dane, beriya niha bi demeke kurt hatine dîtin.

Serokdewleta Şîlî Mîchelle Bachelet, herêma lehî lê rabû roja Şemiyê ziyaret kir. Bachelet diyar kir ku karesatê rê li ber encamên tirsnak vekiriye.

Ji ber lehiyê 26 hezar kes mexdûr bûn. Di nava windahiyan de yek ji 33 madenkarên di 5'ê Tebaxa 2010'an de ji ber şemitîna erd 69 rojan di kana komirê de asê ma Vîctor Zamora jî heye.

Li gundekî ku lehiyê bandor lê kir, hay ji 3 kesan hînê nîne.