Li Brezîlyayê di navbera polîs û çeteyan de pevçûn: 11 mirî
Li du herêmên cuda yên Brezîlyayê di encama pevçûnên di navbera polîs û çeteyên çekdar pêk hatin de 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Currais Novos ê dikeve rojhilatê bakurê Brezîlyayê di encama pevçûnên di navbera kesên ku banka şelandin û polîsan de pevçûn rû da. Û di encamê de 7 kesên gumanbar hatin kuştin.
Pevçûneke din a çekdarî li bajarê Rio de Janeiro yê Brezîlyayê di navbera polîs û komeke çekdar ku karên madeyên hişber dikin, de pevçûn rû da. Di encamê de 4 kesên ku firotina madeyên hişber dikin hatin kuştin.
Rayedarên polîsan da zanîn ku di encama pevçûnan de du polîs jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên çavkaniyên polîsan dane çapemeniyê, di operasyonê de gelek çek û bombeyên destan hatine desteserkirin.