CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Çeteyên DAIŞ’ê 2 hezar dîlgirtî qetil kirin
Li gorî daneyên ji aliyê Mala Şopandinê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê hatiye weşandin, çeteyên DAIŞ’ê ji Hezîrana sala buhrî heta niha herî kêm 2 hezar dîlgirtî qetil kirine. -
Li Pakîstanê di nav du rojan de 21 kes hatin darvekirin
Hat ragihandin ku li Pakîstanê îro 9 kes hatin darvekirin. Di nav du rojen dawî de hejmara kesên hatin darvekirin derket 21’ê. -
Li Tunusê li hember muzeyê êrîş: 17 jê tûrîst herî kêm 19 mirî
Li Tunusê kesên çekdar êrîşî Muzeya Bardo ya li rex avahiya parlamentoyê kirin. Di dema êrîşê de 17 jê tûrîst herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Netanyahu dîsa serokwezîre!
Hilbijartina Israîlê bi serkeftineke ku ji bendewariyên partiya deshtilatdar ya Lîkud jortir encam bûm. -
Di dîplomasiya Elman de wê ji bo penaberan cih bê vekirin!
Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê diyar kir ku Elmanyaya ku welatê koçberiyê ye, armanc dike ku mozaîka pir çandiyê di dîplomasiyê de jî nîşan bide. -
Boko Haram li Nîjeryayê tê qelskirin
Rêxistina Boko Haram ku bi êrîşên terorîstî û komkujiyên xwe yên li Nîjerya û welatên cîran tê naskirin, her derbê dixwe. -
Yekane xizmê Anne Frank, Elîas jiyana xwe ji dest da
Yekane xizmê Anne Frank, Buddy Elîas di 89 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
Pîlotên Lûfthansa sibe diçin grevê
Pîlotên şîrketa rêyên hewayî ra Elmanya, Lufthansa roja Çarşemê di seferên kurt û navîn de wê biçin grevê. -
Fransayê malperên alîgirê DAIŞ'ê girt
Li Fransayê 5 malperên înternetê yên destek didan çeteyên DAIŞ'ê û rêxistinên din ên alîgirên şîdetê, hatin blokekirin. Di dîroka Fransayê de yekemcar bi hinceta 'propaganda terorîzmê' malperên înternetê tên astengkirin. -
YE şandina hêza leşkerî ya ji bo Lîbyayê nîqaş dike
Yekîtiya Ewropa (YE) xwe amade dike ku ji ber pevçûnên li Lîbyayê yên her diçe belav dibe mîsyoneke ‘Hêza Aştiyê’ ava bike. -
Hilbijartinên Fransa: Di anketan de partiyên rastgir li pêş in
Li Fransayê beriya hilbijartinên meclîsa bajêr a du tûr ku di navbera 22-29’ê Adarê de wê bên lidarxistin, anket partiyên rastgir nîşan dide. Dibe ku di van hilbijartinan de neqşeya hilbijartinan bi temamî bê guhertin. -
Doktorên Fransayî li dijî qanûna nû ya tenduristiyê meşiyan
Li dijî hin reformên di sektora tenduristiyê de tê xwestin ku hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) pêk bîne, bi deh hezaran doktor daketin qadan. Doktor û wezîfedarên tenduristiyê yên çend roj in grevê de ne, xwestin qanûna tenduristiyê were vekişandin. -
Li Brezîlyayê zextên li Roûssef zêde dibin
Li BrezîlayYê skandalên bertîl û nelirêtiyê yên di kargeha Petrobras a cemaweriyê de derketin holê, ji bo tengavkirina Serokdewlet Dîlma Roûssef tê bikaranîn. -
Îxracata çekan: DYA, Rûsya li pêş in, Çîn bi pêş dikeve
Li cîhanê di îxracata çekan de para DYA û Rûsyê ji 5’an 3 ye û bilindbûna Çînê jî balê dikişîne. Çînê di 5 salan de îxracarata çekan ji sedî 143 zêde kir û ket rêza sêyemîn. -
Valentîn Raspûtîn jiyana xwe ji dest da
Ji nivîskarên navdar ê dema Sowyetê Valentîn Raspûtîn, di 77 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Raspûtîn 'jiyana li gundan' a dema Sowyetê dikir mijara bingehîn a romanên xwe. -
Li Elmanyayê gefên mirinê yên rastgiran a li dijî siyasetmedaran
Li Elmanyayê tehdîdên rastgiran ên li dijî siyasetmedaran ku alîkariyê didin penaberan zêde dibin û gihiştiye asteke cidî. -
DYA: Em neçar in bi Esad re muzakereyê bikin
Wezîrê Derve yê DYA John Kerry diyar kir ku ji bo bidawîkirina krîza li Sûriyeyê tişta ji destê welatê wî tê dike û got ku ew ê herî dawî neçar bimînin bi Serokdewletê Sûriye Beşar Esad re muzakereyan bikin. -
Di nava hefteyekê 3 rojnamevan hatin qetilkirin
Rojnamevanên ku ji bo karê xwe bikin gelek xeteriyan dibin ber çavê xwe, di hedefa dewlet û mafyayan de ne. Li Gûatemalayê di nava hefteyekê de 3 xebatkarên medyayê jiyana xwe ji dest dan. -
Bîlançoya giran a Ebola: 10 hezar kes mirin
Li Rojavayê Afrîkayê pêşî li belavbûna şewba Ebola nayê girtin. Hat ragihandin ku hejmara mirovên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 10 hezar derbas kiriye. Di nava hefteya dawî de 400 kesên nû bi vîrûsê ketin. -
Wûppertal bi çalakiya 3 komên cuda re bloke bû
Li Elmanyayê, yekemcar çalakiyên Selefiyên tund, alîgirên Pegîda û hêzên aştiyê di heman rojê de pêk hatin. -
Nifûsa Elmanya wê di 15 salan de bi awayekî cidî biguhere
Mezintirîn aboriya Yekîtiya Ewropayê Elmanya, ku çaremîn mezintirîn aboriya cîhanê ye, nifûsa wê ya ji 81 mîlyonî bi saya koçberiyê stabîl dimîne. Rêjeya giştî ya nifûsa extiyaran jî zêde dibe. -
Belçîka ji bo mehkûmên Îslamiyên tund beşên taybet ên ragirtinê çêdike
Li Belçîkayê, ku bi sedan Îslamiyên tund jê çûn Sûriye û Iraqê, amadekarî tê kirin ku sûcdarên terorê yên li girtîgehan hîn bêhtir bên îzolekirin. -
Li Hîndîstanê li hember alima jin a 75 salî tecawiza komî
Li Hîndîstanê alima olî ya jin a 75 salî rastî tecawiza komî ya 12 kesan hat. Her diyarkirin ku her 12 kes diz in. -
Li Awûstûryayê reforma bacê ya berfireh
Li Awûstûryayê demeke dirêj e, di mijara reforma bacê de ku nîqaş tên kirin, Partiya Sosyal Demokrat (SPO) û Partiya Gel (OVP li hev kirin. -
DYA wê hilberîna petrolê zêde bike
Buhayên petrolê ji meha Hezîrana sala buhrî heta niha ji sedî 50 kêm bû û DYA di heman demê de bû welatê herî mezin ê hilberînerê petrolê a cîhanê.