Li Brezîlyayê zextên li Roûssef zêde dibin

Li BrezîlayYê skandalên bertîl û nelirêtiyê yên di kargeha Petrobras a cemaweriyê de derketin holê, ji bo tengavkirina Serokdewlet Dîlma Roûssef tê bikaranîn.

Li BrezîlayYê skandalên bertîl û nelirêtiyê yên di kargeha Petrobras a cemaweriyê de derketin holê, ji bo tengavkirina Serokdewlet Dîlma Roûssef tê bikaranîn. Di çalakiyên li gelemperiya welêt de, ku mûxalefeta rastgir bi awayekî veşartî jê re pêşengiyê dike, îstîfaya Roûssef tê xwestin.

Li Brezîlyayê, bertîl û nelirêtiya îhaleyê ya di kargeha petrolê ya Petrobras de, ji ber ku gihaşt heta Partiya Karker a Serokdewlet Dîlma Roûssef jî endamê wê ye, mûxalefeta rastgir kete nava tevgerê. Li gorî rayedarên polîs, di xwepêşandanên duh de li gelemperiya welêt bi qasî mîlyonek mirov amade bûn.

Çalakgeran diyar kirin ku skandalên di kargeha Petrobras de rû dane di bin berpirsyariya serokdewlet de ye û xwestin Roûssef îstifa bike. Rayedarên polîsan dan xuyakirin ku çalakiya herî mezin li Sao Paolo ya ku weke qeleha mûxalefeta rastgir tê zanîn pêk hat û bi qasî nîv mîlyon mirov beşdar bûn.

Xwepêşandan bi giştî li 74 bajaran pêk hat. Di vê çarçoveyê de li Brasilia 50 hezar, li Belo Horizonte 24 hezar û li Rio de Jenerio jî 12 hezar kes beşdar bûn.