YE şandina hêza leşkerî ya ji bo Lîbyayê nîqaş dike
Yekîtiya Ewropa (YE) xwe amade dike ku ji ber pevçûnên li Lîbyayê yên her diçe belav dibe mîsyoneke ‘Hêza Aştiyê’ ava bike.
Yekîtiya Ewropa (YE) xwe amade dike ku ji ber pevçûnên li Lîbyayê yên her diçe belav dibe mîsyoneke ‘Hêza Aştiyê’ ava bike.
Di hedefa YE’yê de heye ku bi NY, hikûmeta Lîbya û aktorên herêmî re mîsyonek bê koordînekirin.
Li Lîbyayê hikûmeta ku ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve tê nasîn piştî li Tobrukê bicih bû, hikûmeta Îslamî ya Trablusê lê hat avakirin û li hinek herêman jî di serî de DAIŞ û gelek komên din êrîşên xwe zêde kiribûn. YE niha nîqaş dike ku mudaxaleyî Lîbyayê bike.
Nûnera Karên Derve yê YE’yê Federîca Mogherînî der barê mijarê de axivî û da zanîn ku ew dixwazin piştgiriyê bidin hewldanên ji aliyê NY’ê ve tên meşandin. Mogherînî bi lêv kir ku di hefteya pêş de wê planên mudaxalekirina leşkerî ya li ser Lîbyayê li ber çavan derbas bikin.
Di biryara ku di Zîrveya Wezîran a Karên Derve ya YE’yê de hatiye girtin, eger hikûmeteke yekîtiya neteweyî li Lîbyayê bê ava kirin wê piştgiriya ji bo welat zêde dibe.
WELATÊN BAŞÛRÊ EWROPAYÊ DIXWAZIN
Li gorî Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steînmeîer mîsyona welatên YE’yê ya li Lîbyayê plan dike ku sînor, bajarên mezin û lîmanan ku qadên girîng ên aboriyê de biparêzin. Steînmeîer got ku şandina mîsyoneke leşkerî ya Lîbyayê a ji aliyê wezîrên YE’yê wê di mijara ewlehiya welat û parastina welat de xizmetê nake.
Tê gotin ku bi taybet welatên Akdenîzê li mîsyona leşkerî ya ji bo Lîbyayê dinêrin. Îtalya daxwaz dike ku hêza leşkerî ji bo Lîbyayê bê şandin.
Wezîrê Karên Derve yê Awûstûryayê Sebastîan Kurz jî got ku hinek bûyerên revandinê yên Rojava û bûyerên fîdyeyê ji mudaxala leşkerî re hincet e.
Li Lîbyayê piştî ku Muammer Kaddafî di 2011’an de ket, di hilbijartinan de hikûmetek bi îstîqrar derneketibû. Hikûmet hê li bajarê Tobruk e. Li paytext Trablusê jî hikûmetek duyem hatibû avakirin. Di hefteyê dawî de çeteyên DAIŞ’ê û hinek koman êrîş kiribûn.