Li Pakîstanê di nav du rojan de 21 kes hatin darvekirin

Hat ragihandin ku li Pakîstanê îro 9 kes hatin darvekirin. Di nav du rojen dawî de hejmara kesên hatin darvekirin derket 21’ê.

Hat ragihandin ku li Pakîstanê îro 9 kes hatin darvekirin. Di nav du rojen dawî de hejmara kesên hatin darvekirin derket 21’ê.

Ev bîlanço ji aliyê Wezîrê Karên Derve ve hê nehatiye piştrastkirin. Agahiyên têkildarî darvekirinan di medyaya Pakîstanê de cih girtin. Ji meha Kanûnê ve heta niha 48 kes hatin darvekirin.

Li  gor qanûnan li Pakîstanê kesên ji 18 salî biçûktir nayên darvekirin. Lê belê li gor agahiyên parêzeran ciwanek ê di bin îşkenceyê de li xwe mikur hatiye wê roja Pêncşemê bê darvekirin.

Tê diyarkirin ku ciwanê mijara gotinê, di sala 2004’an de hê dema 14 salî bû, li xwe mikur hatiye ku zarokek kuştiye. Dayika ciwan ji Serokkomar Memnun Huseyîn xwest ku kurê wî efû bike.

Serokwezîr Nawaz Şerîf, piştî êrîşa Talîbanan a li hember dibistaneke leşkerî 17’ê Kanûnê taloqkirina darvekirinan rakiribû. Di êrîşa Talîbanan de 134 zarok û 19 kesên gihiştî jiyana xwe ji dest dabûn.