Doktorên Fransayî li dijî qanûna nû ya tenduristiyê meşiyan

Li dijî hin reformên di sektora tenduristiyê de tê xwestin ku hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) pêk bîne, bi deh hezaran doktor daketin qadan. Doktor û wezîfedarên tenduristiyê yên çend roj in grevê de ne, xwestin qanûna tenduristiyê were vekişandin.

Li hemberî hin reformên di sektora tenduristiyê de tê xwestin ku hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) pêk bîne, bi deh hezaran doktor daketin qadan. Doktor û wezîfedarên tenduristiyê yên çend roj in grevê de ne, xwestin qanûna tenduristiyê were vekişandin.

Doktor bi taybetî li hemberî dayîna berdêla mûayeneyê bi derengî ya di qanûna nû de, derdikevin. Tê îdîakirin ku bi vê pêkanînê re wê doktor li gelek karên burokratîk rast bên û nikaribin bi nexweşan re eleqedar bibin.

Bi armanca protestokirina qanûna nû ya tenduristiyê, li paytext Parîsê xwepêşandanek hat lidarxistin. Li gorî organîzatoran 50 hezar, li gorî polîs 19 hezar kes beşdarî çalakiyê bûn.

Doktor û wezîfedarên tenduristiyê yên ji hemû herêmên Fransayê, ji meydana bi navê Denfert-Rochereaû heta ber avahiya Wezareta Tenduristiyê meşiyan.

Sekreterê Giştî yê PS Jean-Christophe Cambédelis ji ber xwepêşandana doktoran daxuyaniyek da û banga 'diyalogê' kir. Lê belê Cambédelis bang li hikûmetê kir ku dest ji pêkanîna dayîna bi derengê ya berdêla mûayeneyê ji aliyê sîgortayan ve, bernede.