Yekane xizmê Anne Frank, Elîas jiyana xwe ji dest da

Yekane xizmê Anne Frank, Buddy Elîas di 89 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Buddy Elîas ku di heman demê de serokatiya Fona Anne Frank dikir, wek sînamegerekî navdar û humanîst dihat zanîn. Di 1925’an de li bajarê Frankfurt a Elmanyayê hat dinê û bi salan di bin bana Weqfa Anne Frank de di qadên civaka sivîl, diyalog û li dij newekheviyê xebat meşand.

Elîas ji bo ku qurbaniyên Elmanya Nazî bên bibîranîn xizmet da û bi sekna xwe ya li dijî nîjadperestî û dij-semîtîzmê dihat zanîn.

Buddy Elîas ku di 1925’an de hat dinê yekem salên zarokatiya xwe ligel pismamên xwe Margot û Anne Frank derbas kir. Elîas di 1931’ê de bi malbata xwe re koçî Swîsreyê kiribû.

Anne Frank bi rojnivîska xwe ya ku di dema duyemîn şerê cîhanê de nivîsandibû tê zanîn. Malbata Frank ji Naziyan reviyabûnû li Amsterdama Hollandayê bicih bibûn. Lê li vir di xaniyê ku diman de rastî îxanetê hatin û hatibû girtin.

Anne Frank bi malbata wî re şandin Kampa Bergen-Belsen  û di Adara 1945’an de jiyana xwe ji dest da. Lênûska Frand piştre li mala ku dima hat dîtin û bi 60 zimanî hat weşandin.