Wezîrê Derve yê DYA John Kerry diyar kir ku ji bo bidawîkirina krîza li Sûriyeyê tişta ji destê welatê wî tê dike û got ku ew ê herî dawî neçar bimînin bi Serokdewletê Sûriye Beşar Esad re muzakereyan bikin.
Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyi yên Amerîka (DYA) John Kerry di hevpeyvînek di televîzyona CBS de hate weşandin de got: “Herî dawî em ê neçar bimînin ku bi Esad re muzakereyan bikin. Bi ya min em di çarçoveya Cenevreyê de her tim ji bo muzakereyan amade bûn.”
Kerry da zanîn ku ji bo bidawîkirina şer xwesteka mûzakereyên bi Esad re tune bû û got ku ev hewldan êdî bi ser neketiye.
Kerry got ku rêveberiya Washington ji bo bidawîkirina şer tişta ji destê wê tê dike û dixwaze çareseriyeke siyasî ji vê pirsgirêk re bibîne. Kerry diyar kir ku ji bo rejîma Esad bînin ser maseya muzakereyê her kes bi biryar e û got:
“Niha ev yek di rê de ye. Mutefîkên me û yên din ji bo vê yekê hewl didin. Hewl didin ku zextên li ser Esadê zêdetir bikin.”