Wûppertal bi çalakiya 3 komên cuda re bloke bû

Li Elmanyayê, yekemcar çalakiyên Selefiyên tund, alîgirên Pegîda û hêzên aştiyê di heman rojê de pêk hatin.

Li Elmanyayê, yekemcar çalakiyên Selefiyên tund, alîgirên Pegîda û hêzên aştiyê di heman rojê de pêk hatin. Holîgan û Naziyên rastgir bi Pegîda re meşiyan, hêzên demokrasiyê û Kurd jî bi gelên din re li dijî barbarî û nîjadperestiyê çalakî lidar xistin.

Meşa rastgirên tund ên koma dijberê Îslamê û penaberan a bi navê Pegîda, saet di 15:00 de li An Der Kluse destpê kir. Lê belê ji ber ku di dema meşê de kesekî êrîşî polîs kir, meş di cih de hat betalkirin.

Selefinê tund ên bi pêşengiya ji selefiyên tund ên Elman Swen Laû jî, li Willy-Brandet-Platzê civiyan. Li gorî polîsan, bi çalakiya ku 400 kes dihatin hêvîkirin, bi tenê 100 kes amade bûn.

Li hemberî çalakiyên Elmanên rastgir ên tund û selefiyên tund ên bi nêzbûna xwe ya li çeteyên DAIŞ'ê tê zanîn, weke alternatîf bi hezaran alîgirên demokrasî û aştiyê hatin cem hev. Bi qasî 5 hezar kesên li Kîrchplatz û Kleîne Klotzbahnê hatin cem hev, li hemberî her du komên tund meşiyan.

Însiyatîfa Wûppertalê ya li dijî naziyan, Însiyatîfa Wûppertalê ya ji bo Toleranz û Demokrasiyê, gelek Kurdistanî û gelek kesên ji gelê Yahûdî di çalakiyê de amade bûn. Di dema meşê de di navbera ciwanên antî-faşîst-çepgir û alîgirên Neo-Naziyan de alozî derket û bi destwerdana polîsan re bûyer mezin nebû.

Hêzên demokrasiyê ji qada selefiyên tund lê bûn derbas bûn û bê navber dirûşmên ji bo PKK, YPG qîriyan û nerazîbûn nîşanî barbariya DAIŞ'ê dan.

Di vê roja ku sê komên cuda çalakî lidar xistin de bi hezaran polîs li Wûppertalê wezîfe kirin. Ji ber çalakiyan gelek dikan û navendên bazarê hatin girtin.