CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Elmanên Sudet dest ji daxwaza milk û axê berdidin
Bi mîlyonan Elmanên piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê ji Çekoslovakya ya wê demê hatin sirgûnkirin, dest ji daxwaza xwe ya milk û axê berdidin. -
NY: Li Ukraynayê 6 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan
Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku di şerê navxweyî yê li Ukraynayê dewam dike de 6 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Artêşa Iraqê li Tikrîtê dest bi operasyona li dijî DAIŞ’ê kir
Televîzyona dewleta Iraqê El Iraqiye da zanîn ku artêşa Iraqê li Tikrîtê bi hevkariya Milîsên Şiî û şervanên Sunî li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyoneke berfireh da destpêkirin. -
Rojavayê Afrîkayê ji Ebola rizgar nabe
Li welatên Rojavayê Afrîkayê, tedbîrên li dijî vîrûsa Ebola ya nêzî saleke belav dibe, têrê nakin. Ji ber şewba vîrûsê rê li ber vekir hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan 9 hezar 600 derbas kir. -
Li Bremenê rîska êrîşa terorîstî: 1 binçavkirî
Li Elmanyayê di hefteyên dawî de hişyariyên li ser rîska êrîşa milîtanên Îslamî yên tund, zêde dibin. -
Li Parîsê gora komî ya nexweşxaneya Dema Navîn hat dîtin
Li paytexta Fransa Parîsê, di kolandinekê de bi awayekî rasthatî, goreke komî ya tê gotin ku ya nexweşxaneyeke dema navîn e, hat dîtin. -
Turbînên ba yên dostê hawirdorê ne, deryayê gemarî dikin
Derket holê ku turbînên ba yên bi germahiya global re hîn bêhtir bal çû ser û weke dostê hawirdorê tê dîtin, zerarê dide xwezayê. -
Bi telefona bêrîkan diyarkirina cih li Elmanyayê zêde bû
Li Elmanyayê di 6 mehên dawî yên sala 2014’an de bi rêya telefonên bêrîkan tespîtkirina cih sê qat zêde bûn. Sedema şandina SMS’yên veşartî yên ji telefonên bêrîkan re, bi DAIŞ re zêdebûna kesên diçin Sûriye û Iraqê yan jî yên vedigerin tê nîşandan. -
Li bajarê Iraqê Baqûba teqîn: 3 mirî û 15 birîndar
Li bajarê Baqûba yê Iraqê di encama du teqînên cuda de 3 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn. -
Li YE heqdesta asgarî: Li Yewnan kêm e li tevayî welatan zêde ye
Li tevayî welatên Yekîtiya Ewropayê heqdestê herî kêm (asgarî) ji sala 2008’an li tevayî welatan ku zêde dibe, li Yewnanîstanê kêm e. -
Kuneke reş a mezin hat keşfkirin
Koneke reş a mezin ku 12.8 milyar roniya salê ji cîhanê dûr û 12 mîlyar qat ji rojê mezintir hat keşfkirin. -
YE tevlî şerê gazê yê Rûsya-Ukraynayê bû
Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Aleksandr Novak ji bo bi hevpîşeyê xwe yê Ukranayê Vladîmîr Demçîşîn û ji Yekîtiya Enerjiya Komîsyona Ewropayê Moras Sefcovîc re hevdîtinê bike di 2’ê Adarê de diçe Brukselê. -
Di nav du hefteyan de zêdetirî 25 hezar welatiyên Misrê Lîbya terk kirin
Li gor daxuyaniya rayedarên Misrê, ji 15’ê Sibatê dema çeteyên DAIŞ’ê 21 Xiristiyanên Kiptî qetil kirin heta niha 25 hezar û 529 welatiyên Misrê Lîbya terk kirin. -
Di protestoya li dijî lihevkirina Atîna û YE de bûyer derket
Li dijî lihevkirina Koalîsyona Çep a Radîkal (Syrîza) bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re, protestoyên destpêkê li Atînayê rê li ber tevlîheviyê vekir. -
Lîderê Podemosê ji Serokwezîr xwest bê meydanê
Li Spanyayê partiya li dijî lîberalîzmê Podemos di anketan de li pêş xuya dike. Lîderê ciwan ê vê partiyê Pablo Îglesîas bang lı Serokwezîrê mûxafazakar Marîano Rajoy kir, ku di weşaneke zindî de derkeve pêşberî wî. -
Qibris bendergehên xwe li keştiyên şer ên Rûs vedike
Di navbera Qibris û Rûsyayê de, li ser bikaranîna bendergehên Qibrisê ji aliyê keştiyên leşkerî yên Rûs ve, peymanek hat îmzekirin. -
Lîgên futbolê yên li Yewnanîstanê ji bo demeke ne diyar hatin sekinandin
Hikûmeta nû ya Yewnanîstanê, maçên lîgên futbolê yên Yewnanîstanê sekinand. Biryar, ji ber bûyerên şîdetê yên Yekşema bihurî li dû maça navbera Panathînaîkos û Olympîakos rû dan, hat dayîn. -
Li Bolîvyayê lehî rabû: Zêdeyî 4 hezar kesî malên xwe terikandin
Li paytexta eyaleta Pando ya Bolîvyayê Cobîja, ji ber rabûna ava çemê Acre zêdeyî 4 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin. -
Li Meksîkayê di çalakiya protestoyî ya mamosteyan de kesek mir
Li Meksîkayê di pevçûna navbera polîs û mamosteyan de, mamosteyekî jiyana xwe ji dest da, polîs jî di nav de 12 kes birîndar bûn. -
Serdana wekîlên Fransî ya li Şamê rastî nerazîbûna hikûmetê hat
Heyetek ji parlamenterên Fransayê Şam ziyaret kir û bi Beşar El Esad re hevdîtinek pêk anî. Ev serdan û hevdîtin li welêt bû sedema nîqaşan. Serokkomar û Serokwezîrê Fransayê bi zimanekî tund ev serdan şermezar kirin. -
Di têkiliyên DYA-Îsraîlê de alozî: Netanyahû mêvanê nayê xwestin!
Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry di axaftina xwe ya li Senatoya Amerîka de, helwesta Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ya li ser bernameya nukleerî ya Îranê rexne kir û got, "Rexneyên Netanyahû yên di vê mijarê de ne rast in." -
Li Afganîstanê karesata aşîtê: Zêdeyî 200 mirî
Li gel eyaletên Afganîstanê ji ber barîna berfa zêde karesatên aşîtê rû dan. Di karesatan de zêdeyî 200 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Li Afganîstanê li hember wesayîta sefaretxaneyê êrîş: 1 mirî, 1 birîndar
Li paytexta Afganîstan Kabîlê bi wesayîteke bombebarkirî li wesayîta ewlehiya sefaretxaneya mezin a Tirk xistin. Di êrîşa întîxarî de berbazekî Tirk mir û berbazek jî birîndar bû. -
Elmanya endama El Nûsra derxist pêşberî dadgehê
Li Elmanyayê, darizandina jineke Elman a di ser Tirkiyeyê re çû Sûriyeyê û tevlî çeteyên El Nûsra bû, destpê kir. -
Li Elmanyayê mafê penaberiyê ya Dêran daye rastî mudaxaleyan tê
Daxuyaniyên Partiya desthilatdar CDU ya Elmanyayê yên der barê nasandina mafê penaberiyê ya Dêran ku der barê penaberan de daye, ji aliyê nûnerên dêra Katolîk û Protestan tê.