Turbînên ba yên dostê hawirdorê ne, deryayê gemarî dikin

Derket holê ku turbînên ba yên bi germahiya global re hîn bêhtir bal çû ser û weke dostê hawirdorê tê dîtin, zerarê dide xwezayê.

Turbînên li deryayên Elmanya yên bi navê Nordsee û Ostsee tên bikaranîn, her yek ji wan bi tonan metalên bi zerar ber didin nava deryayê. 

Bi turbînên ba ên li Elmanyayê re ku hejmara wan bi qasî 25 hezarî ye, tê xwestin valahiya enerjiyê ya ji komir û santralên enerjiya nukleerî derkeve holê, dagire. Lê belê tê gotin ku turbînên ba yên weke dostê hawirdorê tên zanîn, bi taybetî qirêjiyeke zêde ber didin nava deryayê.

Li deryayên Nordsee û Ostsee, boyaxa alîmînyûm ên ji bo beşa turbînên ba ya di binê avê de dimîne zingar negire tê bikaranîn, di nava salan de jê diçe û tevlî avê dibe. Ji bo turbîn zingar negire, metalên giran ên weke çînko tên bikaranîn.

Lê belê piştî ku ev metal bi demê re jê radibe û tevlî ava deryayê dibe, hingî bi hezaran ton metalên bi zerar, derdikeve holê. Li gorî hesabên Daîreya Karên Avê ya Elman, ji bo turbîneke ba ya ji rêzê, ji bo 25 salan 10 ton alîmînyûm tê bikaranîn.

Dema bi hezaran turbînên li peravên Elmanyayê li ber çavan were girtin, ev yek tê wê wateyê bi deh hezaran ton metalên giran dikevin nava ava deryayê. Heta sala 2020'an wê li Elmanyayê 6 hzar 500 turbînên nû bên çêkirin. Ev yek jî tê wê wateyê ku 13 hezar ton ev metalên zerarê didin, wê zêde bibe.