CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Di navbera Ukrayna û Rûsya de nîqaşa 'qirkirinê'
Rêveberiya Kîevê ambargoya li ser herêmên Donetsk û Lûhansk ên di destê komên Rûs de ne şidand, Vladîmîr Pûtîn jî sûcdariya 'qirkirinê' li Ukraynayê kir. -
Li Sûriyeyê gumana kolera
Li Sûriyeyê piştî şerê 4 salan, niha jî nexweşiyên Tîroîd û Hepatît A bi awayekî zêde belav dibe. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di mijara kolerayê de hişyar kir. -
DYA li pey hackerê Rûs e: Ji bo serê wî 10 milyon dolar danî
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo girtina hackerekî Rûs 3 milyon dolar danî holê. -
Parlamenterên Fransa li Şamê ne
Heyeta ji parlamenterên Fransa pêk tê çû Şamê û bi Serokdewletê Sûriye Beşar Esad re hevdîtin kirin. Hate diyarkirin ku ev hevdîtin hevdîtinekî şexsî ye. Wezareta Derve ya Fransî peyam da ku eleqeya wan bi serdanê re tine ye. -
Rêxistina Efûyê: Tirkiye otorîtertir bûye
Rêxistina Efûyê got: “Rayedarên hikûmetê ji bo bikare bersiva rexneyên protestoyên 2013 li Geziyê pêk hatin û hilweşîna têkiliya wan a bi Fethullah Gulen re, bide otorîtertir bûye." -
Girtina Rojê wê bandorê li sîstema elektrîkê ya Ewropayê bike
Girtina Rojê ya ku wê di 20'ê Adarê de pêk were, wê sîstema elektrîkê ya Ewropayê tecrûbe bike. Pispor radigihînin ku piştî girtinê, wê hilberîna elektrîka fotovoltaîk di asteke girîng de kêm bibe. -
Charlîe Hebdo ji aliyê zêdeyî mîlyonek kesî ve hat xwestin
Kovara karîkaturê Charlîe Hebdo, ku di komkujiya hov a 7'ê Çileyê de li Parîsê 11 xebatkarên wê jiyana xwe ji dest dan, piştî navbereke kurt careke din dest bi weşanê kir. Hejmara nû ya kovarê ji niha ve ji aliyê 1 mîlyon kesî ve hat rezervekirin. -
Zelandaya Nû wê 140 leşkerî bişîne Iraqê
Zelandaya Nû xwe amade dike, ji bo perwerdekirina artêşa Iraqê 140 leşkerî bişîne Iraqê. -
Lavrov: DYA li Rojhilata Navîn kaosê diçîne
Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, bi zimanekî aşkera DYA sûcdar ku Rojhilata Navîn ber bi kaosê ve dibe. -
Li Afganîstanê kesên nasnameya wan ne diyar 30 kes revandin
Hat ragihandin ku li wilayeta Zabûl a başûrêrojhilatê Afganîstanê, 30 kes ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatine revandin. Tê gumankirin ku êrîşkarên çekdar çeteyên DAIŞ bin. -
Li Komara Çekê restorant hat gulebarankirin: 9 mirî
Li Komara Çekê kesekî restorantek gulebaran kir û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Di çalakiyên Pegîda yên li Elmanya de pevçûn
Tevlîbûna li çalakiyên dijberê Îslam û biyaniyan Pegîda, vê hefteyê jî kêm bû. Li dijî tevgerên nîjadperest bi hezaran antî-faşîst û demokrat jî herikîn kolanan. Li bajarên Frankfurt û Hannoverê pevçûn derket. -
Li Fransayê gotinên Serokê Konseya Yahûdî rojev diyar kir
Li Fransayê Serokê Konseya Saziyên Yahûdiyan (CRIF) Roger Cukierman, bi gotinên xwe yên li ser êrîşên li welêt ên antî-semîtîst û hatina van êrîşan ji ciwanên Misilman, mora xwe li rojevê xist. -
Muzakereyên bi Îranê re ji nû ve destpê kirin
Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cewad Zarîf, roja Yekşemê ji bo raûnda nû ya muzakereyên nukleerî li bajarê Swîsre Cenevreyê li hev civiyan. -
Hikûmeta Syrîza lîsteya reformê pêşkêş kir
Yewnanîstanê, di çarçoveya lihevkirina roja Înê bi hevkarên xwe yên Ewropî re, lîsteya reformê ya jê dihat xwestin, pêşkêş kir. -
Hêza herêmî ya li dijî Boko Haram wê di 1'ê Nîsanê de bikeva nava tevgerê
Hêza herêmî ya li dijî koma Îslamî ya Nîjeryayî Boko Haramê hat avakirin, tê payîn ku ji 1'ê Nîsanê û pê ve bikeve nava tevgerê û derkeve operasyonê. -
Di şer û pevçûnên Myanmar ên du hefteyan de 130 mirî
Li Eyaleta Shan a li sînorê Myanmar-Çîn, di şer û pevçûnên ji 9’ê Sibatê di navbera hêzên hikûmetê û Koknagên bi eslê xwe Çînî de konvoya Xaça Sor du car in bû hedef. -
Fransayê pasaportên 6 kesên xwestin biçin Sûriyeyê ji wan stend
Li Fransayê pasaportên 6 kesên dixwestin biçin Sûriyeyê ji wan hat stendin. -
Fransa wê bi keştiya balafiran tevlî operasyonên li dijî DAIŞ’ê bibe
Fransa wê di çarçoveya operasyonên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de, bi keştiya şer tevlî operasyonan bibe. -
Gelo wê NY lîsteya kiryarên sûcê şer ê li Sûriyeyê aşkera bike?
Di lêpirsîna têkildarî Sûriye ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê meşandin de hate xwestin ku yên ku sûcên şer kirine derxin pêşberî edaletê. -
Ukrayna Rûsyayê ji êrîşa Kharkîv berpirs dibîne
Li Ukraynayê duh kesên sala borî ji aliyê hêzên tarî ve li Qada Maîdan ve hatin qetil kirin hatin bibîranîn û li dijî meşa bîranîna li bajarê Kharkîv êrîşa bombeyî pêk hat. -
Li Fransayê di hilbijartinên departman de rastgir wê bibin yekem
Li Fransayê beriya hilbijartinên meclîsên departman (meclîsên giştî yên navendî) yê di 22’ê Adarê de pêk tên, bilindbûna rastgiran balê dikişîne. -
Mirinên ji ber Ebola zêde dibin
Hejmara mirovên ji ber vîrûsa Ebola jiyana xwe ji dest didin, roj bi roj zêde dibe. Heta niha 23 hezar 371 kes bi vîrûsê ketine û herî kêm 9 hezar 442 kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Şerê navxweyî yê li Sûdana Başûr herî zêde derbê li zarokan dixe
Li Sûdana Başûr, ku zêdeyî saleke şerê navxweyî lê diqewime, hejmara zarokên bi zorê dikin leşker roj bi roj zêde dibe. -
Ukrayna dike nake ji krîzê dernakeve
Li Ukraynayê tevî agirbesta navbera komên Rûs û artêşê de, tê îdîakirin ku pevçûnên li herêmê dewam dikin û Rûsya hêza leşkerî dişîne herêmê.