Hikûmeta Syrîza lîsteya reformê pêşkêş kir

Yewnanîstanê, di çarçoveya lihevkirina roja Înê bi hevkarên xwe yên Ewropî re, lîsteya reformê ya jê dihat xwestin, pêşkêş kir.

Yewnanîstanê, di çarçoveya lihevkirina roja Înê bi hevkarên xwe yên Ewropî re, lîsteya reformê ya jê dihat xwestin, pêşkêş kir.

Di civîna dawî ya Eurogroupe ya roja Înê de ku Wezîrên Maliyeyê yên Herêma Euro beşdar bûn, ji bo alîkariyên malî yên ji bo Yewnanîstanê çar mehan bên dirêjkirin, li hev hatibû kirin.

Diviyabû Yewnanîstan roja Duşemê lîsteya reformê pêşkêş bikira. Çavkaniyên Ewropî piştrast kirin ku lîste îro hatiye wergirtin.

Lîsteya ji aliyê hikûmeta Syrîza ve hat pêşkêşkirin wê ji aliyê Yekîtiya Ewropa, Bankeya Navendî ya Ewropayê û Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) ve bê lêkolînkirin.

Saziyên mijara gotinê wê nêrînên xwe ji civîna Eurogroupe ya roja Sêşemê bicive re ragihînin. Lîsteya reformê tê veşartin, lê belê li gorî agahiyên gihaştin ber destê çapemeniyê Yewnanîstan ji bo alîkariya malî dewam bike li bendê ye ku bi pakêta reformê re 7,3 mîlyar bixe kasayê.

Diyare ku hikûmeta koalîsyona çep bi taybetî têkoşîna li dijî revandina bacê û nelirêtiyê xistiye bernameya xwe. Di vê çarçoveyê de têkoşîna li hemberî burokrasî û kartelan derdixîne pêş. Lê belê ferza yekdestî û taybetbûyîna saziyên deyn didin, ji aliyê hikûmeta Syrîza ve tê redkirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Elman Bild a agahiyên xwe dispêre çavkaniyên nêzî hikûmetê, plana Yewnanîstanê têkoşîna li dijî qaçaxçitiya mazot û cixareyê ye.

Plan dike ku di têkoşîna li hemberî qaçaxçitiya mazotê de 1,5 mîlyar Euro û di têkoşîna qaçaxçitiya li hemberî cixareyê de jî 800 mîlyon Euro berhev bike.

Her wiha li gorî planan, ji dewlemend û olîgarkên yewnan 2,5 mîlyar Euro û ji deynên bacê yên kes û kargehan jî 2,5 mîlyar Euro bên berhevkirin.

Li dû civîna Eurogroupe, Elmanya jî di nav de gelek welat divê plana alîkariya bi Yewnanîstanê re di 28'ê Sibatê de ji parlamentên xwe jî derbas bikin.

Yewnanîstan di rewşa heyî de bi 230 mîlyar Euroyî deyndar e.