Fransayê pasaportên 6 kesên xwestin biçin Sûriyeyê ji wan stend
Li Fransayê pasaportên 6 kesên dixwestin biçin Sûriyeyê ji wan hat stendin.
Li Fransayê pasaportên 6 kesên dixwestin biçin Sûriyeyê ji wan hat stendin.
Li Fransayê pasaportên 6 kesên dixwestin biçin Sûriyeyê ji wan hat stendin.
Ev pêşveçûn, bû yekemîn encama berbiçav a di pêşnûmeya qanûna antî-teror a Fransayê de cih digire.
Servîsên îstixbaratê, agahî dabûn ku her şeş kesên mijara gotinê dibe ku her kêlî biçin Sûriyeyê.
Hin ji wan kesan di çarçoveya “Numaraya kesk” a ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Fransayê ve ketibû dewrê, ji aliyê xizmên wan ve hatin îxbarkirin, hin ji wan jî di encama lêpirsîna polîsan de hatin tespîtkirin.
Tedbîra îdarî ya derketina derveyî axên Fransa qedexe kiribû, di Mijdara buhrî de hatibû erêkirin.
Yek ji hedefên vê qanûna antî-teror wek astengkirina çûna Sûriyeyê tê diyarkirin.
Serokwezîr Manuel Valls, di daxuyaniya xwe ya îro de got ku wê dewama wê bê.