Şerê navxweyî yê li Sûdana Başûr herî zêde derbê li zarokan dixe
Li Sûdana Başûr, ku zêdeyî saleke şerê navxweyî lê diqewime, hejmara zarokên bi zorê dikin leşker roj bi roj zêde dibe.
Li Sûdana Başûr, ku zêdeyî saleke şerê navxweyî lê diqewime, hejmara zarokên bi zorê dikin leşker roj bi roj zêde dibe.
Li Sûdana Başûr, ku zêdeyî saleke şerê navxweyî lê diqewime, hejmara zarokên bi zorê dikin leşker roj bi roj zêde dibe. Li vî welatî bi qasî 12 hezar zarok bi çekdarî di nava şer de cih digirin. Hat ragihandin ku di serdegirtineke dawî de nêzî sed zarok hatine revandin.
Li Sûdana Başûr ku di sala 2011'an de serbixwe bû, pevçûnên di navbera Serokdewlet Salva Kîîr û mûxalîfan de, li gel hevdîtinên aştiyê jî dewam dikin. Komên ji gelê Dînka yê Salva Kîîr jê ye û gelê Nûer ê Alîkarê berê yê Serok Rîek Machar jê ye, bi hev ketine û van pevçûnan de heta niha bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dane.
Mexdûrê herî mezin ê şerê navxweyî jî zarok in. Herî kêm 12 hezar zarok yekser di nava şer de cih digirin. Ev hejmar roj bi roj zêde dibe. Di daxuyaniya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) de hat ragihandin ku bi tenê duh 89 zarok ji aliyê komên çekdar ve ji bo bikin leşker hatine revandin.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya UNICEF'ê de hat gotin ku komeke çekdar avêtiye ser bajarê Waû Shîllûk ê li bakurê welêt, 'mal bi mal geriya ye' zarokên temenê wan di ser 12 salî re ne, revandiye. Di daxuyaniyê de hat ragihand ku nehatiye zanîn ka zarok ji aliyê kîjan komê ve hatine revandin.
Li gorî UNICEF'ê di şerê navxweyî yê di navbera yekîneyên artêşa ser bi Salva Kîîr û komên mûxalîf ên ji gelê Nûer de, zêdeyî 12 hezar zarok weke leşker tên bikaranîn. UNICEF'ê destnîşa kir ku ev zarok rastî şîdeteke dijwar tên û gelek ji wan nema dikarin li malbata xwe yan jî dibistana xwe vegerin.
Di vê navberê de ji bo bidawîbûna şer, hevdîtinên aştiyê yên di navbera her du aliyan de, hînê li paytexta Etiyopya Addîs Abdeba dewam dikin.