Hêza herêmî ya li dijî Boko Haram wê di 1'ê Nîsanê de bikeva nava tevgerê

Hêza herêmî ya li dijî koma Îslamî ya Nîjeryayî Boko Haramê hat avakirin, tê payîn ku ji 1'ê Nîsanê û pê ve bikeve nava tevgerê û derkeve operasyonê.

Hêza herêmî ya li dijî koma Îslamî ya Nîjeryayî Boko Haramê hat avakirin, tê payîn ku ji 1'ê Nîsanê û pê ve bikeve nava tevgerê û derkeve operasyonê.

Nîjerya, Nîjer, Çad, Kamerûn û Benînê di 7'ê Sibatê de dan xuyakirin, ku ew ê li dijî Boko Haram, hêzeke herêmî ya ji 8 hezar 700 leşkerî bixin nava tevgerê.

Welatên mijara gotinê xwe amade dikin, ku heta dawiya meha Sibatê pêşniyar biryarekê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike.

Ji Kamerûnê çavkaniyekî fermî da xuyakirin, ku bi vê hewldanê re ew dixwazin hêza herêmî ji 1'ê Nîsanê û vê ji aliyê operasyonan ve bixin nava tevgerê.

Wezîrê Karên Derve yê Kamerûnê Pîerre Mûkoko Mbonjo di daxuyaniya piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrent Fabîûs de diyar kir, ku welatên herêmê ji desteka Fransayê piştrast in.

Wezîrê Fransayê, ji bo du rojan Çand, Kamerûn û Nîjer ziyaret kir. Fabîûs diyar kir ku pêwîste Nîjerya bi awayekî aktîf tevlî têkoşîna li dijî Boko Haram bibe.

Hêzên Nîjerya ji sala 2009'an û vir ve di têkoşîna li hemberî Boko Haram de bi ser nakeve. Hêzên Nîjeryayê herî dawî da xuyakirin ku wan gelek bajar bi dest xistine, bi taybetî li Mongûno û Baga bi sedan endamên Boko Haram hatine kuştin.

Daxuyaniya artêşa Nîjeryayê ya bidestxistina bajarê Bagayê, ji aliyê Boko Haram ve hat derewandin. Rêxistina hov Boko Haram bi rêya hesabê twitterê bi zimanê Fransî daxuyaniyek da û diyar kir ku bajarê Baga di destê wan de ye.

Boko Haram gava bajarê Bagayê dagir kir, komkujiyeke mezin lê kiribû. Ji 2009'an dema destpêkirina êrîşên Boko Haram a Îslamî û vir ve, di pevçûnên qewimîn de zêdeyî 13 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, 1,5 mîlyon kes li Nîjeryayê neçar man di nava welêt de koç bikin.

Boko Haram ku sûcekî giran li dijî mirovahiyê dike, bi taybetî qadeke berfireh a li bakur rojhilatê welêt dagir kiriye.

Ji ber êrîşan, hilbijartinên serokkomariyê, hilbijartinên giştî û hilbijartinên senatoriyê ku diviyabû di 14'ê Sibatê de bihatina lidarxistin, ji bo 28'ê Adarê hatin taloqkirin.

NÎjerya û welatên cîran, di nava vê demê de ji bo şikandina bandora Boko Haram operasyonan plan dikin. Rêxistina Boko Haramê jî êrîşên xwe li Kamerûn, Nîjer û Çadê jî pêk anî. Di demeke kurt de wargehên Gamborû û Dîkwa yên li ser sînorê Kamerûnê ketin destê Boko Haram.